2 Kurd li Mahabadê hatin destgîrkirin

Li bajarê Mahabadê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin destgîrkirin. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Hat ragihandin ku îro hêzên Îranê 2 welatiyên xelkê gundê Lec a bajarê Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Emîr Babûlî û Tahir Ketanî destgîr kirin û birin cihekî nediyar.

Heta niha têkildarê rewşa her du welatiyan bê ka bi ku ve birine û bi çi hincetî hatine destgîrkirin, ti agahiyek nehatiye bidest xistin.

Di van demên dawiyê de di serî de li bajarê Pîranşarê li gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê gelek welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine destgîrkirin.