2 kolber qerisîn, 2 kolberan jî pê li mayinê kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên pê li mayinê kirin bi giranî birîndar bûn. 2 kolber jî di nava berfê de qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin, 4'ê Adarê Yadgar û Kamûran Emînî ku birayê hev in, li derdora gundê Ahmedbad ê ser bi navçeya Nenor a Bane, dema hewl didan bi barê li pişta xwe ji sînor derbas bibin pê li mayinê kirin.

Her du birayên ku bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Bane. Tê gotin, lingekî Kamûran Emînî jê bûye û rewşa Yadgar Emîn jî hê giran e.

QERISÎN Û JIYANA XWE JI DEST DAN

Cenazeyê kolberê bi navê Xidir Abdullahî yê 60 salî roja 3'ê Adarê li herêma Qanî Xuya ya Pîranşarê hate dîtin. Hate ragihandin ku Abdullahî kolberî dikir û dema hewl dida di serma û seqemê de ji sînor derbas bibe qerisî.

Welatî dema ku li cenazeyê Xidir Abdullahî digeriyan, li heman herêmê cenazeyê Mûhammed Payme yê ji Mahabadê dîtin. Tê gotin ku Payme jî dema hewl dida derbasî Başûrê Kurdistanê bibe di nava berfê de qerisiye.