2 kolber birîndar bûn

Hat zanîn ku duh bi şev li ser sînorê Newsûd û Bane yên ROjhilatê Kurdistanê 2 kolber ji aliye hêzên Îranê ve hatine birîndarkirin.

li gorî agahiyên hatinî bidest xistin duh bi şev hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûd a Rojhiilatê Kurdistanê güle li komek kolber reşandiye ku di encamê de kolberek birîndar bû. Navê kolber nehate zanîn.

Heman agahî piştrast dikin kul i ser sînorê Bane jî hêzên rejîma Îranê komeke din ê kolberan kirine armanc. Li wir jî kolberek din yê bi navê Serkewt Mîrzayî yê beriya niha bi çend mehan birîndar bibû careke din ji linge xwe birîndar dibe.

Rejîma Îranê di qetilkirin û birîndarkirina kolber û kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê de sînoran nas nake û hema bêje roj nîne ku nûçeyên têkildarê birîndarbûn û jiyana xwe ji destdana kolberan nekeve rojevê. Di derbarê vê mijarê de heya niha bertekek cidî ji aliye ti rêxistineke cîhanî yên mafê mirov û civaka sivîl çênebûye.