2 gundên din ên Reqayê ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê, gundên Sahil El Xeşeb û Ûweyic Odyan ên li rojavayê Reqayê ne, rizgar kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê, gundên Sahil El Xeşeb û Ûweyic Odyan ên li rojavayê Reqayê ne, rizgar kirin.
Operasyona şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê li rojavayê Reqayê dewam dike. Şervanan danê vê sibehê, gundên Sahil El Xeşeb û Ûweyic Odyan ên li rojhilatê bajarokê Siwêdiya Mezin in, rizgar kirin. Şervanên Odeya Çalakiyan ber bi Reqayê ve her dimeşin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, 420 sivîlên li van gundan hatin rizgarkirin û derbasî herêmên ewle hatin kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyan, ji 21'ê Adarê û vir ve 14 gund û gelek gundikên li herêma Tebqayê rizgar kirine. Şervanan duh bi şev jî Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê, ku ji aliyê stratejîk ve gelekî girîng e, rizgar kiribûn.