179 koçberên din li Şengalê vegeriyan
Vegera Şengaliyên koçberbûyî li cih û warê xwe dewam dike. Hate ragihandin ku 179 koçberên din ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.
Vegera Şengaliyên koçberbûyî li cih û warê xwe dewam dike. Hate ragihandin ku 179 koçberên din ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.
Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Êvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 179 koçberên din yên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengal û herêmên din ên Nînovayê.
Di daxuyaniyê de Êvan Fayeq bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo vegera koçberan bibin alîkar û ji bo ku hemû koçber vegerin ser cih û warên xwe, asankariyê ji bo wan çêbikin.