160 rewşenbîrên Kurd: Kî li ber yekîtiyê rabe, wê dîrok wan efû neke

160 rewşenbîr û nivîskarên Kurd gotin, "Kî li ber yekîtiya Kurdan bibe asteng wê dîrok wan efû neke" û bang kirin ku li ber dagirkeriya hov bêdeng nemînin.

Komeleya Wêjevanên Kurd têkildarî bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di civînê de ku civînkar lê amade bûn, metna bi mohra 160 rewşenbîr û nivîskaran hate xwendin. Rêveberê Komeleya Wêjevanên Kurd Ahmet Kanî metna rewşenbîran xwend û bi bîr xist ku di pêşveçûna civakîbûn û mirovahiyê de gelê Kurd bi rola diyarker rabûye. Kanî anî ziman ku Kurd bi sedan sal in ji bo rûmet û hebûna xwe ji her alî ve bi îrade û baweriyeke mezin li ber xwe didin, têdikoşin û di encama vê têkoşînê de gelek serketin bi dest xistine.

Kanî bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got, "Hêzên serdest û dagirker her tim êriş birine ser van destketiyan û hewl dane ji holê rake. Dagirker di van êrişên xwe de hêza herî mezin ji parçebûna Kurdan werdigirin. Eger Kurd yek bûna, ji mêj ve wê bi ser ketibûna. Kîjan aliyekî Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî û rêxistinî li pêşiya yekîtiya Kurdan dibe asteng, dîrok wê wan efû neke."

'DIVÊ KURD RÊYEKÊ PEYDA BIKIN JI BO BIBIN YEK'

Kanî Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke mînak nîşan da û got, "Weke ku tê zanîn êrişên dewleta dagirker dema dawî li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asta herî bilind. Bi navê rewşenbîr û nivîskarên li çar parçeyên Kurdistanê em bi rengekî eşkere bang dikin: Divê sazî, partî, rêxistin, malbat û Kurd hemû tavilê bibin yek û rêyekê peyda bikin ku pê li ber êrişan rabin. Li pêşiya yekîtiya Kurdan bila êdî kes nebe asteng. Yên bibin asteng ji her alî ve wê li pêşberî dîrokê berpirsyar bin û em ê jî bi feraseteke neteweyî li ber wan rabin. Kurd li şûna dijminatiyê li hev bikin divê li dijî dagirkeriyê û qirkirina Kurdan têbikoşin. Ji bo yekîtî û azadiya Kurdan divê hewl bidin. Bİ navê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, saziyên Kurdan em careke din bang dikin; bi rengekî eşkere li ber dagirkeriyê rabin, li hemberî dagirkeriya hov bêdeng nemînin."

Kanî êrişên dijminane yên li dijî Kurdan şermezar kir û got, "Dem dema yekîtiyê ye. Gelê Kurd wê heta dawiyê bi ruhê yekîtiyê li ber xwe bide, li her qadê têkoşînê mezin bike û bi ser bikeve. Serketin wê ya gelê Kurd be."

REWŞENBÎRÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ BANGAWAZIYÊ

"Abdullah Ayav, Abdulhemid Mendani, Abdullah Yavuz, Adalet Kaya, Almast Hsoyan, Ahmed Kanî, Ahmet Çavli, Ahmet Çelik, A. Avesta Aydın, Amed Tîgrîs, Ayhan Demir, Avjen Argeş, Azad Zal, Aynur Gönül, Bahaddin Robar, Bawer Berşev, Birgül Çağırıcı, Cahide Harputlu, Cemal Xinzor, Cemal Babaoglu, Cevahir Sedak, Ciwanê Ebdal, Delal Ay, Derya Avşar, Devrim Demir, Dilan Aydin, Dilan Güvenç, Dilşa Yûsûf, Dilbezarê Bêkes, Dr. Remzi Azizoğlu, Ednan Dogan, Edip Berk, Eslîxan Yildirim, Ejder Dağ, Ertuğrul Barka, Eyyup Subaşi, Eyyüp Güven, Ezîz Xemcivîn, Fatma Ay Fatma Taşlı Tunç, Fewaz Ose, Feleknas Uca, Feratê Dengizî, Fereydun Saman, Fehim Çetinkaya, Feysel Özdemir, Fevzi Özmen, Fergin Melik Aykoç, Gulistan Kanireş, Glavezh Hemzî Salîm, Girav Rûbar, Gülgeş Deryaspi, Gülistan Oncu, Hacı Özkal, Halil Doğan, Hamdiye Bilek Turgay, Harun Akkuş, Hakki Balta, Hasan Özgüneş, Hasan Harrani, Herdem Merwanî, Hesen Huseyîn Denîz, Hinara Tajdin, Hogir Berbir, İrfan Babaoglu, Ismaîl Ebas, İbrahim Osman, İbrahim Halil Taş, İlyas Roj, Jêhat Rojhilat, Kamran Simo Hedilli, Kahraman Oğuz, Karîna Osêyan, Kaniya Dapire, Kakshar Oremar, Kemal Bakan, Kerem Tekoglu, Kudret Uçuk, Kurdiye Irgat, Leman Elmas, Leyla Şêr, Liana Avdî, M. Veli Karadeniz, Masum Bilgiç, Mahabad Felat, Mehmûd Badilî, Mehmud Yiğit, Mela Bedirxan, Maziçinê, Mehmet Akdoğan, Mehmet Balyan, Mehmet Çakmak, Mehmet Demir, Mervan Serhildan, Mehmet Devîren, Mehmet Saîd Arzû, Mehmet Yardımcı, Messo Bedirxan, Mevlüt Aykoç, Mine Karakaş, Mirza Ronî, Mirad Bîlgîç, Murat Kan, Mordem Zel, Narin Gezgör, Nazim Kök, Nesrîn Navdar, Neşe Toprak, Necat Baysal, Nurcan Delil, Nurani Durwelat, Nûdem Hezex, Nîhat Gultekin, Osman Özçelik, Özgür Amed, Ömer Fidan, Ramazan Kaya, Remziye Öncel, Reyhan İlke, Resul Ceylan, Rêzan Îssa, Rêzan Aktulum, Rifat Ronî, Roj Ağır, Rojîn Zarg Tîgrîs, Ronahî Çelik, Roza Metîna, Ruhan Mavruk, Rûkiye Özmen, Samî Tan, Saliha Ayata, Salihê Mewalî, Sadrettin Yigit, Sema Asî, Selda Kaya, Seyrana Celadet, Seydi Turgut, Sultan Yaray, Şahabettin Demir, Şerefxan Cizîrî, Şemdin Çolemêrg, Şervan Azad, Şevger Çolo, Şoreş Reşî, Sîpan Sînda, Şilan Elmas Kan, Şiyar Buzcu, Şoresger Karakol, Qadîr Egîd, Veli Bindallı, Xakî Bîngol , Xecê Şen, Xaylaza Reşîd, Xemla Bayê, Yaşar Aksu, Yücel Aslan, Zana Farqînî, Zozan Gulan û Zubêr Zeynal.”