16 welatiyên sivîl ên ku xwestin ji Babê birevin jiyana xwe ji dest dan
Ji ber sedemê êrîşên dewleta Tirk a li ser Babê, 16 sivîlên ku xwestin xwe bigihînin Efrînê, di encama teqîna mayîna çeteyan a ji berê ve bicih kirbû jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber sedemê êrîşên dewleta Tirk a li ser Babê, 16 sivîlên ku xwestin xwe bigihînin Efrînê, di encama teqîna mayîna çeteyan a ji berê ve bicih kirbû jiyana xwe ji dest dan.
16 sivîlên ku dixwestin ji ber êrîş û zilama dewleta Tirk a li ser herêma Babê xwe bigihînin Efrînê, di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê ya ji berê ve hatibû bicihkirin jiyana xwe ji dest dan. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Hafiz Ebdulrehman, Hemdo Ebdulrehman, Fadil Yasîn Semo, Miheme Zekî Semo yên ku bajaroka Bezaxa, Fatih Xelo, Yehya Yûsif El-Wakî, Hesan Mehmûd Kehat, Mihemed Tahir El-Hecac, Mehmûd Mihemed Şehabî, Ehmed Mihemed Ebdulhadî Osman, Ebdulrehman Faris, Mihemed Xezna, Emîra Xezna, Ehmed Xezna yên ji bajarê Babê, her wiha Yehya Kirêz û Taha Zirêz jî yên ji gundê Zendîn.
Her wiha welatiyên bi navê Melek Mihemed Casim, Fatma Hemdo û zarokê bi navê Înas Salih jî birîndar bûne.
Buroya Ragihandina Hêzên Asayîşê ya Kantona Efrînê diyar kirin ku Hêzên Şoreşger birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avrîn a Kantona Efrînê. Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa birîndaran girane.