150 wesayitên zirxî li ser sînorê Başûr hatin bicihkirin

Artêşa Tirk a dagirker li derdora qereqolên Rûbarok û Museka yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi dehan wesayitên zirxî bi cih kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, şeva Pêncşemê saet 23:30'î, artêşa Tirk a dagirker 150 wesayitên zirxî û gelek leşker li qereqolên Rûbarok û Museka yên li Şemzînanê bi cih kir. Li gorî heman çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker hewl dide operasyona dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI XAKURKÊ BARANDIN

Êvara Pêncşemê saet 18'an, balafirên şer ên Tirk bombe li qada Ermûşê ya herêma Xakurkê barandin. Ji ber bomberdûmanê şewat derket. Şewata li herêmê heta sibeha roja Înê dewam kir.