15 sal cezayê girtîgehê ji endamê Koma Aştiyê Tûnç re hate xwestin

Ji bo endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin.

Endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç ê ku Alîkarê Serokatiya Giştî ya DBP’ê ye, ji ber xebatên DBP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê hate kirin.

Dozger çûna Tûnç a derveyî welat û tevlîbûna Desteya Giştî ya KCD’ê wekî sûc dît. Dozger ji bo Tûnç 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest.

Heyetê qebûl kir ku heta rûniştina pêş parastin were amadekirin û daxwaza rakirina kontrola edlî red kir û rûniştin taloqî 15’ê Mijdarê kir.