12 rojnamevan hatin surgunkirin

Ji 16 rojnamevanên ku piştî hatin girtin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê diman, 12 kes surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 û 2 ya Amedê hatin kirin.

16 rojnamevanên ku di 8'ê Hezîranê de li Amedê di serdegirtina malê de hatibûn destgîrkirin û di 16'ê Hezîranê de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin ew biribûn Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Hat zanîn ku 12 rojnamevan surgunê Girtîgeha Amedê ya hejmar 1 û 2'yan hatine kirin.

Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç û Ramazan Gecîken, Mazlûm Guler, Abdurrahman Oncu û Sûat Dogûhan sewqî Girtîgeha Amedê ya hejmar 1 û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan û Mehmet Şahîn, Zeynelabîdîn Bûlûy, Omer Çelîk, Îbrahîm Koyûncû û Lezgîn Akdenîz jî sewqî Girtîgeha Amedê ya hejmar 2 hatin kirin.