10 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karataş hate birîn

10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Yûsûf Karataş hate birîn.

Di çarçoveya lêpirsîna kesên tevlî nav çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne bi sûcdariya ‘rêxistin ava kirine û rêveberiya wê kiriye’ 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Yûsûf Karataş hate birîn.

Rûniştina doza nivîskarê rojnameya Evrenselê û Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Emekê Yûsûf Karataş li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn hate kirin. Parêzerên wî Tûgay Bek û Leyla Han Tuzel tevlî rûniştinê bûn û diyar kirin ku tu delîlên şênber tuneye ku Karataş ‘endamê rêxistinê ye’.

Heyeta dadgehê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yûsûf Karataş birî û xwest bila biryara qedexekirina derketiya derveyî welat bidome.