Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê di 1'ê Adara 2016'an de hatibû desteserkirin û li şûna hevşaredar qeyûm hatibû dayîn kirin. Der barê hevşaredar Mehmet Hemet Aydin Alokmen jî doz hatibû vekirin. Rûniştina biryardanê ya dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Alokmen ê bi rengekî negirtî dihate darizandin tevlî rûniştinê nebû.
Heyeta dadgehê ji dozgeriyê xwest ku nêrîna xwe eşkere bike. Dozgeriyê jî merasîmên cenazeyan ên Alokmen tevlî bûn, meş, îfadeyên şahidên veşartî 'Saadet' û 'Gurbuz', delegebûna Alokmen a li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parvekirinên wî yên li medya civakî kir hincet û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" xwest bê cezakirin.
Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" jî 2 sal 7 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî.