1. Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengalê dest pê kir

1. Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengalê, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji Kurdistan û Ewropa li çiyayê Şengalê dest pê kir.

1. Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengalê, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji Şengalê, Kampa Newrozê, Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê û Ewropayê dest pê kir.

Kongre bi dirûşma "Xweserî wê bi yekîtiya ciwanên Êzidî misoger bibe" pêk tê û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Bi xweseriya Şengalê em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin", "Bi tolhildana ciwanên Êzidî wê Rêbertî azad bibe", "Ciwan hêviya pêşeroja me ne", "Şehîd nirxên jiyana azad in" hatin daliqandin.

Her wiha wêneyên şehîdên Şoreşa Êzîdxanê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dalqiandin.

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Endamê Meclîsa Ciwanan Zerdeşt Derwêş ve hate kirin.

Kongre bi axaftina delegeyan dewam dike.