Li bajarê Toulouseyê yê Franseyê di 26-27’ê gulanê de, 20’emîn Forûma ZImanên Cîhanê hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku bi dehan zimanên cûda diaxivin beşdar bûn. Kurd jî ji bo cara pêncemîn beşdarî forûmê bûn.
Forûma Zimanên Cîhanê li Qada Capitole pêk hat. Ji bo zimanên cûda 126 stad hatin vekirin. Ji damezrênerên Forûmê Claude Sicre, bi bîr xist ku ev çalakiya welatiyan pêwîst e.
Kurdan jî bi zimanê xwe di Forûmê de cih girtin. Kurdan jî stada bi navê Maison Franco-Kurde Midi-Pyrénéen (Navenda Dostaniya Kurd-Frensiyan a Midi Pirene) stada xwe vekirin û li rastî eleqeyek baş a serdanan hat.