Şehîdên Azadiyê li Zurihê hatin bibîranîn
Li Zurîhê ji bo gelek şehîdan çalakiya bibîranînê hat lidarxistin û hat diyarkirin ku divê li her derê ku ew lê ne divê ew bixebitin û xwe bi rêxistin bikin.
Li Zurîhê ji bo gelek şehîdan çalakiya bibîranînê hat lidarxistin û hat diyarkirin ku divê li her derê ku ew lê ne divê ew bixebitin û xwe bi rêxistin bikin.
Ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Hogir Amed (Mehmet Can Coşkûn), Serkeş Riha (Mûstafa Kaytan), Asmîn Seyît (Zehra Angay), Dijwar Keleş (Serdar Duşerge) ve Arîn Êrîş (Necbîr Bûdak) ku di demên cuda de şehîd ketibûn li bajarê Zurih ê Swîsreyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bibîranîn bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurihê hat lidarxistin û Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê, endamên meclîsê, malbatên şehîdan û gelek kes beşdar bûn.
Bibîranîn ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Nûnerê KOMAW’ê Mûstafa Kaplan, sersaxî li malbatên şehîdan kir û wiha axivî: “Pêvajoya ku em jê derbas dibin hem zehmet e hem jî gelek derfetan di xwe de dihewîne. Em vê yekê deyndarê şehîdên Kurdistanê ne. Wan em gihandin vê merheleyê. Her gel xwedî nirxên pîroz in; nirxa herî mezin a gelê Kurd jî şehîdên wê ne. Em bi saya têkoşîna Rêber Apo, şervanên azadiyê yên li serê çiyan û şehîdan heta roja îro hatin. Em îro di şexsê şehîdên ku em îro wan bi bîr anîn de li ber mîrateya Şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Siyasetmedar Siddik Batûr jî diyar kir ku ji bo ku em layiqî şehîdan bibin divê em her tim di nav têkoşînê de bin û wiha axivî: “Şehîd bi canê xwe vê têkoşînê didomînin. Wan erka xwe bi cih anî. Divê em wek şopdarên wan pirsa ‘divê em çi bikin?’ li xwe bipirsin. Şehîdan tu carî jiyanake jirêzê qebûl nekirine. Ji ber ku ev yek qebûl nekirine şehîd ketine. Divê em jî li her cihê ku em lê ne bixebitin û xwe bi rêxistin bikin. Divê em jiyaneke jirêzê qebûl nekin. Ji bo vekê jî divê em her roj li ser navê şexsiyeta xwe şoreşekê bikin. Heger em nekarin vê yekê bikin em nikarin bibin layiqê wan. Em nebin jî ev şoreş wê bidome lê heger em vê yekê bikin em ê di demek kurt de bigihêjin encamê. Ev der ne welatê me ye. Kî çi ji destê wî bê divê bike.”
Birayên Hogir Amed (Mehçet Can Coşkûn) ku li Hesekeyê di 11’ê Mijdarê de di encama teqîna bombeyeke di wesayîtê de şehîd ketibû, Îhsan Coşkûn û Argeş Coşkûn jî axivîn.
Îhsan Coşkûn diyar kir ku berî niha birayê wî yê mezin Çekdar Amed (Serhat Coşkûn) jî li Amedê şehîd ketiye û wiha axivî: “Berî her tiştî serê Rêber Apo sax be; serê hevalên şer dikin û gelê Kurd ê birûmet sax be. Em ji bo şehîdan çi bibêjin kêm e. Sedema şehadeta wan xiyanet e. Hogir jî li ser şopa birayê xwe di sala 2014’an de tevlî refên azadiyê bû. Piştî şehadeta Şehîd Çekdar, da ku bi awayekî bihêztir xwedî li têkoşîna wî derkeve dixwest here eniya şer. Lê xizmetên gelek mezin kirin ji bo Şoreşa Rojavayê. Wek malbata wî em ê têkoşîna wî bidomînin. Ew ê nekarin bi qetilkirina Hogir, Çekdar ve Serkeş serî li me bitewînin. Li ser xaka pîroz a Rojavayê ji bo gelê xwe yê birûmet canê xwe da.”
Geylanî Bayram li ser navê malbatên şehîdan axivî û got: “Rêber Apo gotibû ‘Her şehîdek felsefeya jiyanê ye.’ Em gelek caran hatin qetilkirin, gelê me ji gelek komkujiyan derbas bû. Em wek malbatên şehîdan dixwazin ev şer bisekine û tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Vîna gelê Kurd nikare bê hepiskirin.
Em heta heta piştgiriya têkoşîna şehîdên xwe yên ku em îro bi bîr tînin Asmîn, Arîn, Dijwar, Hogir û Serkêş dikin. Em ê xeyalên wan pêk bînîn.”
Çalakî piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû û Malbaşa Şehîd Hogir Coşkun heta saetên direng sersaxî qebûl kirin.