Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî mîtîng û meşa “Niha ji Rêber Apo re azadî” ku duh li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku silava Rêber Apo ya di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan re şandiye li Kolnê bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin û wiha hat gotin: “Meşa navendî ya Ewropayê ku di 16’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî tecrîd û dîlgirtina 26 salan bi beşdariya bi sed hezaran kesî pêk hat û bi vê xwedîderketina bi heybet re vîna xwe nîşan dan.”
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
"Meşa Kolnê bi biryar û ruhekî ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat derketin de pêk hat. Bi hezaran kes ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka û gelek welatên din ên Ewropayê bi otobus û wesayîtan herikîn Kolnê. Li Elmanyayê ji bo roja dîrokî meclîs, jin û ciwan bi biryardarî serdana malan û esnafan kirin. Bi deh hezaran ciwan qad tijî kirin.
BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNA JINAN
Gelê me yê li Ewropayê, silava Rêber Apo ya di meşa ‘Niha j Apo re azadî' bi ruhê 'hûn nikarin roja me tarî bikin' silav kirin. Têkoşîna jinan careke din mohra xwe li meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê da. Bi deh hezaran jinên ku qad dagirtin, xwedî li paradîgmaya jinê ya Rêber Apo derketin. Bi berpirsyarieyke mezin ji bo meşê xebitîn û bi deh hezaran jin ber bi Kolnê ve seferber kirin.
PEYAM DAN SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
Bi hezaran enternasyonalîst û dostên ji welatên cuda ku ji destpêkê ve bi hemû hêza xwe beşdarî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bûn, li Kolnê xwedî li Rêber Apo derketin. Di meşa 16'ê Mijdarê ya "Niha ji Apo re azadî" de, helwesta saziyên wekî Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û CPT'yê ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd şermezar kirin. Piştgiriya wan a ji bo domandina êşkence û tecrîdê şermezar kirin.
DI 16'Ê MIJDARÊ DE LI KOLNÊ DÎROK HAT NIVÎSANDIN
Gelê Kurd û dostên wan dubare kirin ku ew tecrîd û dîlgirtina 26 salan qebûl nakin û destnîşan kirin ku ew bi biryar in ku vê rêbaza serdema navîn a ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tecrîd dike rawestînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Di meşa 16'ê Mijdarê ya Kolnê de dîrok careke din hat nivîsandin. Bi sed hezaran Kurdistanî û dostên wan di meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li Kolnê, dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re nîşan dan û destnîşan kirin ku navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye. Divê dewleta Tirk, hêz û saziyên navneteweyî vê peyama gelê Kurd baş bixwînin.
PÊNGAV BI HEMÛ HÊZA XWE DIDOME
Em spaiyên xwe pêşkêşî bi sed hezaran kes bi taybetî ji jin, ciwan, enternasyonalîst, dost, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, saziyên me yên sîwan ên Ewropayê, meclîsên jinan, federasyonên me ji bo meşa dîrokî ya Kolnê “Niha ji Rêber Apo re azadî” seferber bûn û mal bi mal geriyan û hemû xebatkarên çapemeniyê û her kesê ku li qadan bi disîplîn xeebitîn, dikin. Pêngava ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî wê di lûtkeyê de bidome. Em ê teqez bi ser bikevin û bi hev re tecrîdê bişkînin!”