Di 20’ê hezîranê de bi wesîleya 17’emîn Salvegera çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci ango Zîlan li binarê Qendîlê Balayan gundê Mewnan semîner ji jinan re hate li darxistin. Semîner ji aliyê Navenda Jinan a binarê Qendîlê ve bi rêve çû.
Di semînerê de nameya Kinaci ji aliyê Rojbîn Huseyîn ve hate xwendin. Li ser jiyan û wateya çalakiya Zeyneb Kinaci bi berfirehî hate rewestîn. Her wiha ji aliyê jinan ve jî eleqeyek mezin hate nîşandan. Semîner bi deqeyeke rêz girtinê dest pêkir. Di semînerê de Rojda Efrîn Endama Navenda Jinan a binarê Qendîlê semîner bi rêve bir û wiha axivî: “ Di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de jina kurd nîşanî her kesî daye ku dikare di radeyên herî jor de di nava şoreşê de bi rekên xwe rebe.” Semîner bi diruşmeyên ‘bijî Rêrer APO’ û ş’ehîd namirin’ bi dawî bû.
Endama Navenda Jinan Rojda Efrîn di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser berxwedan û qehremaniyên ku di nava tevgera azadiyê de derketine hole û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dîroka têkoşîna azadiyê de bi teybet di vê mehê de pir hevalên me yên jin hene ku wiha çalakiyên fedayî pêk anîne. Lê hinek hevalên me di vê riyê de bûne sembûla têkoşînê. Bi dehan çalakiyên xwe teqandin û xwe şewitandinê di her çarperçeyên kurdistanê de jî hene û hîn jî şopdarê xeta hevala Zîlan in û xeta berxwedaniyê berdewam dikin. Van hevalan bi çalakiyên xwe riyên tarî bi meşeleyên azadiyê ji me re ronahî kirin. Hemû armanca wan ew bû ku wan dagirkerî û zilim qebûl nekirin. Hemû çalakiyên ku pêk hatine li hember êrîşên li ser Rêber APO û gelê kurd hatine li darxistin, lê di roja îro de jî heman siyaset li ser Rêbertî û gelê me ya her çarpeçeyên kurdistanê berdewam dike. Ji ber vê jî beriya demeke kin du hevalên me yên bi navê Êrîş û Andok li ser heman riyê û heman armancê weke şopdarê hevala Zîlan wan jî çalakiyên fedayî pêk anîn.”
ZÎLAN BINDESTÎ HILWEŞANDIYE
Rojda Efrîn di der barê wateyA çalakiya Zeyneb Kinaci de wiha dirêjî dide gotinên xwe: “Wateya çalakiya hevala Zîlan ew e ku em tu caran serê xwe li hember siyaseta li ser me tê sipartin natewînin. Ji ber her dem ji gelê kurd hatiya xwestin ku weke kole bimînin, lê gelê kurd tevî jin, mêr û zarokên xwe ev siyaseta înkar û îmhayê tu rojê û bi tu şêweyan qebûl nekiriye. Li hember vê her dem jina kurd serê xwe rakiriye çi bi çalakî, bi têkoşîna li serê çiyan, di nava sengeran de û di nava kolanan de her dem jina kurd li ser piyan e. Ger di roja îro de em ewqas jin li vir kom dibin, ji ber van şehîdan jiyana xwe dane û kirine berdêlên mezin. Tenê ji bo ku her kesek di Kurdistanê de bi azadî û serfiraziyê de bijîn. Hemû destkefên ku di roja îro de em weke tevgera giştî û tevgera jin me bi dest xistine bi riya raman û hişmendiya Rêber APO ye. Lê di roja îro de em dibînin ku hevdîtin bi hemû şêweyan tê astang kirin. Ji ber vê dema ku em li pêvajoya 1996’an û roja îro temaşe dikin, em ê bibînin ku di navbera wan de ferq û cûdahî nîne. Berovajî vê, di roja îro de hemû şêweyên bindestiyê li ser Rêber û gelê me tên dayatma kirin û dixwazin siyaseta xwe li ser gelê me bi rêve bibin. Ji ber vê jî her diçe xeta berxwedaniyê jî bilind dibe û rawestînê nas nake.”
‘DIVÊ FELSEFEYA ZÎLAN ZINDÎ BIMÎNE’
Rojda Efrîn her wiha bal kişand ser rola jinan di vê pêvajoyê de jî û wiha dawî li gotina xwe anî: “ Divê em jinên kurd bizanin ku em ji destpêka dîrokê de û heyanî niha xwedî destkeftên mizin in. Ji ber vê jî divê em her dem giyan û hişmendiya çalakiya hevala Zîlan zindî bigirin û wê bidin jiyandin. Ger hevala Zîlan bi tena serê xwe karî çalakiyeke fedayî pêk bîne û di heman demê de jî em dibêjin ku jin nîvê civakê ye, wê demê karê ku jin pê ranebe nîne. Ji lewma di vê pêvajoyê de erkên ku dikevin ser milê jinan gelek in û her wiha jina kurd dikare di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî roleke mezin bileyîze. Tenê bi vê rengî û girtina van rekan em dikarin giyana hevala Zîlan her kêliyê zindî û serkeftî bihêlin.”