Zeynep Kinaci (Zilan) a ku bi boneya protestokirina sûiqesta di 1996 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di çalakiya fedayî ya li Dêrsinê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, li bajarên Goteborg û Helsinborgê bi çalakiyên cûda hat bîranîn.
Di civîna li Goteborgê de der barê çalakiya Zîlan û rola wê ya di têkoşîn azadiya Kurdistanê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku jinên Kurd di têkoşîna xwe de xeta Zîlanê esas digirin û hat diyarkirin ku tenê rêyek a bidestxistina destkeftiyan heye, ew jî berxwedan e.
Di çalakiyan de bal kişand ser operasyonên qirkirinê yên ji aliyê rejîma AKP’ê ve tê meşandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga berxwedanê li gelê Kurd hate kirin.
Kurdan çalakiya xwe ya din jî li bajarê Helsinborg li dar xistin. Komeleya Çandê ya Kurdan a Helsinborgê li gel Şaredariya Helsinborgê çanda Kurdan da nasîn. Çanda Kurdan di çarçoveya projeya Danasîna Çandên Cîhanê de hat danasîn û Kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê bi reng û kevneşopiyên xwe ve beşdar bûn. Di civînê de bal kişand ser zextên li Tirkiye, Sûriye û Îranê li hemberî Kurdan pêk tên. Kurdan tecrîda li ser Ocalan, operasyonên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê li hemberî Kurdan tê meşandin, anîn rojevê.
Çalakî piştî guhdarkirina mûzîkê bi dawî bû.