Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Stuttgarta Almanyayê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasima bîranînê ji aliyê rêveberiya Komele û komisyona çandê a Meclîsa Gel Şitûtgartê ve hate organîzekirin.
Merasim 23'yê hezîranê li Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya bi besderiya sedan Kurdistaniyan pêk hat.
Bernameya bîranînê, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Di mersîmê de nameya ku sehîd Zeynep Kinaci(Zîlan), beriya çalekiya xwe,ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd nivîsî bû, hate xwendin. Li ser navê YJA jî Bêrîtan Amanos axaftinek kir. Amanos got, "Ew evîndarê gelê xwe bû. Ew wekî sembol bû. Bi wan taybetiyan em karin bibêjin şehîd Zîlan sembola tekoşîna azadiya gelê Kurd a hemdem bû."
Bîranîna Kinaci, bi xwendina helbesta bi navê Zîlan bi dawî bû.