Têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê hezîrana 1996 de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, li Federasyona Rûsyayê bi çalakiyên cûda hat bîranîn.
Di çalakiya bîranînê ya paytext Moskowê pêk hat de gelek nunerên saziyên Kurd û jin beşdar bûn. Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, Mihrabî Şamoyev axivî û diyar kir ku yekitiyeke bêhempa ya jinên Kurd heye. Mihrabî Şemoyev got; “Jinên leheng ên Kurd ên ku di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest didin rûmeta me ne û em bi wan serbilind in.” Piştî axaftina dengê kemana Karîna Şekir hat guhdarkirin û Berfîn Mamedova stran got.
Di çalakiya bîranînê ya li Mala Kurdan a li Tambovê hat lidarxistin de jî nasnameya Zîlanê beriya çalakiya xwe nivîsandibû hat xwendin. Di bîranîna ji aliyÊ Rêxistina Jinên Kurd ve hat lidarxistin de sînevîzyona li ser jiyana Zîlan û têkoşîna wê hat temaşekirin. Medya Garzan axivî û bal kişand ku Zîlan pêşenga xeta fedayî ya jin û mêrên Kurd e. Çalakî bi stranên li ser kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.
Li Komara Adigeyê Kurdan di 30’ê hezîranê de ji bo bîranîna Zeynep Kinaci Zîlan resepsiyonek li dar xistin. Resepsiyon bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di resepsiyonê de endama YJA’yê Dîlan Remo axivî û bal kişand ser dîroka jinê û çalakiya Zîlanê.
Dîlan Remo diyar kir ku Zîlan sembola jinên Kurd e û ji bo azadiya Kurdan û bi taybet jina Kurd feda kir û got; “Zîlan qanûna heskirinê û fermandara herî cidî ya jiyanê ye.”
Piştî axaftinan Koma Silav û Evîn derket ser dikê û bi stranên xwe Zîlan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane strîn. Di resepsiyonê de berpirsê rêxistina Kurdan a Adiyê ya bi navê Agirî Feyzoyê Huseyîn jî amade bû. Huseyîn jî axivî û bal kişand ser çalakiya Zîlan a ji bo têkoşîna azadiya Kurdan.
Berpirsa Kafedra Çandê ya Zanîngeha Adigeyê Sokolova Ala Niloaevna jî beşdar bû. Çalakiya bîranîna Zîlan bi stran û dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.