Zîlan li Qibrisê hat bîranîn

Zîlan li Qibrisê hat bîranîn

Zeynep Kinaci (Zilan) a ku bi boneya protestokirina sûiqesta di 1996 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di çalakiya fedayî ya li Dêrsinê pêk anî de jiyana xwe ji dest da li Qibrisê hat bîranîn.

Kurdên li Qibrisê dijîn di çalakiya Meclisa Jinan a Demokratîk ji bo bîranîna Zilanê pêk anîn de amade bûn. Çalakiya biranînê duh saet di 19.00 de li Navenda Çanda Kurdan a Teofîlosê pêk hat û gelek jin beşdar bûn.

Di çalakiyê de bal kişandin ser girîngiya çalakiya Zilanê û hat diyarkirin ku Zîlan bersiva herî xurt daye êrişên li ser Ocalan.

Di şahiyê de hunermend derketin ser dikê û çalaki bi dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.