Têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê hezîrana 1996 de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê hat bîranîn.
Li Komara Adigeyê Kurdan di 30’ê hezîranê de ji bo bîranîna Zeynep Kinaci Zîlan resepsiyonek li dar xistin. Resepsiyon bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di resepsiyonê de endama YJA’yê Dîlan Remo axivî û bal kişand ser dîroka jinê û çalakiya Zîlanê.
Dîlan Remo diyar kir ku Zîlan sembola jinên Kurd e û ji bo azadiya Kurdan û bi taybet jina Kurd feda kir û got; “Zîlan qanûna heskirinê û fermandara herî cidî ya jiyanê ye.”
Piştî axaftinan Koma Silav û Evîn derket ser dikê û bi stranên xwe Zîlan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane strîn. Di resepsiyonê de berpirsê rêxistina Kurdan a Adiyê ya bi navê Agirî Feyzoyê Huseyîn jî amade bû. Huseyîn jî axivî û bal kişand ser çalakiya Zîlan a ji bo têkoşîna azadiya Kurdan.
Berpirsa Kafedra Çandê ya Zanîngeha Adigeyê Sokolova Ala Niloaevna jî beşdar bû. Çalakiya bîranîna Zîlan bi stran û dirûşimên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.