Zîlan li Ermenîstanê hate bîranîn

Zîlan li Ermenîstanê hate bîranîn

Kurdên li Ermenîstanê dijîn, li paytext Êrîvanê milîtana PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di çalakiya li Dêrsimê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, di 17’emîn salvegera wê de bi bîr anîn.

Têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’ê hezîrana 1996 de di çalakiya li Dêrsimê pêk anî de jiyana xwe ji dest da. Kurdên li Ermenîstanê dijîn, li paytext Êrîvanê bi boneya bîranîna Zîlanê li hev civiyan. Di bîranînê de gelek rewşember û hunermendên Kurd ên li Ermenîstanê yên weke Emerkê Serdar, Mîrazê Cemal, Egîdê Cimo û gelek kes amade bûn.

Civîn ji aliyê Endamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasû ve hat birêvebirin. Karasû di axaftinax we de bal kişand ser çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce û girîngiya van çalakiyan di têkoşîna azadiya kurdan de.

Karasû destnîşan kir ku 29’ê hezîranê ji bo Kurdan xwedî wateyeke girîng e û bi bîr xist ku rêberê yek ji serhildanên Kurdan Şêx Seîd di vê rojê de hatibû darvekirin. Karasû destnîşan kir ku di heman rojê de dewleta Tirk di sala 1999 de cezayê îdamê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birî.

Karasu diyar kir ku Zîlan xeta fedayî ya Ocalan parastiye û Sema Yuce jî bi heman awayî vê xetar Ocalan parastiye. Karasû ragihand ku gelê Kurd îro li Îmralî, serê çiyayan û li her derê li ber xwe dide.

Davût Karasû bal kişand ser pevçûn û şerên li Kurdistanê jî û diyar kir ku hêza gelê Kurd her sal xurtir dibe û nêzî azadiyê dibin.

Civîn bi çepik û tilîliyan bi dawî b.