Zilamekî keça xwe ya 15 salî ji ber deyn firot

Zilamekî keça xwe ya 15 salî ji ber deyn firot

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê zilamekî ji ber deynê ku li ser bû keça xwe ya temen 15 salî dide zilamek temen 45 salî.

Li gorî Malpera Warvîn zaroka keç ya binavê L.M keçekê temen 15 salî, bavê wê ew ji ber deynekî zêde bi darê zorê dide zilamekî temen 45 salî.

Li gorî nûçeya malperê endamek yê malbatê ku nexwest navê xwe bêj diyarkir ku, “Xwişka min navê wê L.M’ye li sala 1998’an jidayik bûye. Hemû carê bavê min jêre digot eger tu ji refa xwe û waneyên xwe dernekevî ezê te bidim şû.”

Her wiha endama malbatê di berdewama axaftina xwede got: “Xwişka min li refa yek ya dibistana navîn dixwend, ji ber ku di sê waneyên xwe de ketibû jiber wê jî bavê min gelek zext li ser kir bi lêdan û tirsê ew da zilamekî temen 45 sal.”

Di derbarê bûyerê de malperê bi rêya telefonê peywendî ligel zilamê ku keçik dayînê kirine û ji bo di derbarê bûyerê de zanyariyên zêdetir werbigire, zilam ji wan re gotiye: “Bavê keçikê jiber deynê ku li ser bû keça xwe daye min, ji ber ku deynekî min yê ku nayê xeyal kirin li ser bavê keçikê hebû û nedida ji ber wê ve keça xwe daye min”

Ev ji bal dikişine ser ku rojane bi aşkerayî yan ji bi veşartî bi dehan bûyerên tundî û têjî, kûştin û xwe kuştina jinan rû didin. Ev jî yeke ji kevneşopiyên kilasîk yên sistema baviksalarî  hîn berdewam dike. Di heman demê de heya niha ji derbarê bavê keçikê de ti lêpirsînek yasayî nehatiye encam dan.