Zextên li ser girtiyên jin ên di grevê de zêde dibin

Zextên li ser girtiyên jin ên di grevê de zêde dibin

26 girtiyên jin ên ji girtîgeha Êlihê surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê kirin ji bo wan 40 roj cezayên hucreyê tên xwestin û hate hînbûn ku îdareya girtîgehê ji bo hemû girtiyên jin yên di grevê de ne bi gotinên weke;“Rengê we di cih de ye, we kîlo nedaye, hun çawa di grevê de ne’ îşkenceya psîklojîk dike.

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê gihişt asteke cidî. Her wiha girtiyên di grevê de li rastî zext û pêkûtiyên nemirovane tên. Jinên di Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê de dimînin rastî îşkenceya psîkolojîk tên û bi hincetên cur bi cur rastî cezayên hucreyê tên.

Girtîgeha ku 65 jin lê dimîne, ji bilî nexweş û pîr û kalan 62 girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne û îdareya girtîgehê komek ava kir. Di nava koma navborî de doktor û psîkolog cih digirin. Hate hînbûn ku koma hatiye avakirin bi gotinên weke ‘Hun çawa di greva birçîbûnê de ne? Rengê we, kîloyên we di cih de ye, Em dê çawa ji we bawer bikin?” îşkenceya psîkolojîk dikin. Hate hînbûn li girtiyên edlî hatiye fezkirin ku bêjin girtiyên di girevê de ‘xwarinê dixwin.’

Girtiya bi navê Gulîzar Înan ya ji girtîgeha Êlihê hatiye surgunkirin, bûyerên ku qewimîne bi faksekî ji nûneriya TUHAD_FED’ê ya Enqereyê re ragihand. Înan da zanîn ku di encama serhildana li girtîgeha Êlihê kirine hatine surgunkirin û jib o 26 jinên hatine surgunkirin bi du hincetên cuda 40 roj cezayê hucreyê hatiye birîn û got: “Hemû serlêdanên me yên hiqûqî hatin redkirin. Ji ber vê yekê me jî serî li dadgeriya înfazê da û me doz vekir.”

DU DOZÊN CUDA HATIN VEKIRIN

Girtiyên jin di 21’ê mijar û 12 kanûnê de li Dadgeriya Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê dê di çarçoveya dozê de îfadeyê bidin. Girtiyên jin yên ku der barê wan de cezayê huncreyê tê xwestin evin: “Ayşegun Ayaz, Berîvan Elter, Şukriye Kurhan, Ayhan Turgut, Hulya Dursun, Necla Katanca, Gulistan Înan, Songul Enuştekîn, Halîde Saygi, Guler Ozbay, Meryem Akpolat, Server Îspîr, Gulşen Aslan, Dîlek Arzik, Makbule Bayindir, Gulli Kara, Nevîn Gokçe, Meryem Soylu, Sultan Şaman, Derya Aslan, Mencile Polat, Ayten Kirtay, Ayten Gulsum, Ruken Azik, Yagmur Keskin, Selamet Akyuz.”

TENDURISTIYA WAN HER DIÇE XERAB DIBE

Li girtîgeha Tîpa F ya Kirikkale jî 75 girtiyan ji bilî nexweş û zarokan 72 girtî di grevê de ne û pirsgirêkên wan yên tenduristiyê zêde dibe. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin rewşa girtiyan her diçe xerabtir dibe.

LI GIRTÎGEHA AMASAYAYÊ 7 KES DI QAWIŞÊN CUDA DE TÊN RAGIRTIN

Li girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê ji 45 girtiyan 7 heb ji 5’ê cotmehê de di grevê de ne. Ligel ku hemû girtiyan dest bi grevê kir jî 7 kesên di 5’ê cotmehê dest pê kirine neanîne qawişên wan. Ji ber ku 7 kes di qawişên cuda de ne, der barê wan de agahî nayê girtin û hat hînbûn ku rewşa wan a tenduristiyê ne baş e.

7 kesên di qawişên cuda de cih digirin wiha ne:

“Bahattîn Alpboga, Erdal Taşkiran, Devran Balkaş, Ayhan Bayar, Dervîş Îsmaîl, Meydin Athan, Taner Şîrp.”