Zêdeyî 130 milyon zarokên keç ji xwendinê bêpar tên hiştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi wesîleya 11'ê Cotmehê Roja Zarokên Keç a Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku hîn jî bi sedan milyon zarok nikarin biçin dibistanê, ya jî di emrê biçûk de tên xebitandin.

Li gorî daneyên Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), zêdeyî nîvê zarokên ku nikarin biçin dibistanê zarokên keç in û paşeroja van zarokan ne diyar e.

Tê payin ku hejmara ciwanên "zarok" ên 10 salên din tevlî kar bibin, bigihêje milyarekê. 600 hezar ji van jî wê zarokên keç bin.

Piraniya zarokên 5-17 salî yên niha nikarin biçin dibistanê, yanî zêdeyî 130 milyon ji zarokên nikarin biçin dibistanê zarokên keç in. Ev yek jî dibe sedem ku keçên neçar mane neçin dibistanê ya jî zû dibistanê biterikînin, di dîtina kar de zehmetiyên giran bikişînin.

Li gel zor û zehmetiya peydakirina kar, dûrmayina zarokên keç ji dibistanê bandorê li zêdebûna şîdeta li jinê jî dike. Li dehan welatên bi pêş dikevin, ji ber şîdetê zarokên keç di asta duyemîn de tên dîtin.

Eşkere ye ku di kar de jî zehmetiyên derdikevin pêşiya zarokên keç, ji yên mêran gelekî zêdetir in.

Li gorî daneyên UNICEF'ê, ji bilî xwendekaran, rêjeya bêkariyê ya li nava jinên ciwan ên 15-29 salî, di asta 70 ji sedî de ye. Her yek ji sê jinên ciwan jî tecrûbeya xwe ya kar nîne.

Di nava ciwanên ku naxebitin û naxwînin de rêjeya jinan zêdeyî 75 ji sedî ye. Yek ji sê parên jinên ciwan ên dixebitin, ji ber ku dibin xwedî zarok neçar dimînin dest ji kar berdin.