Yuksekdag: Kesên li ber xwe dide wê dîrokê binivîsin

Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku girtiye li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li gelan kir û got; “Kesên li ber xwe didin wê dîrokê binivîsin!”.

Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye, têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li gelan kir.

‘KESÊN LI BER XWE DIDIN WÊ DÎROKÊ BINIVÎSIN’

Peyama Yuksekdag wiha ye;

“Ji bo gav avêtina li welateke azad, ne dewr avêtina li girtîgehê... himbêzkirin, ji bo jiyaneke mil bi mil li dijî zilm û zordiyê... serî netwandina ji bo zaliman û heta em bigihijîn wî cihî.. Kesên li berxwe didin wê dîrokê binivîsin! Xîret bike HDP! Ji bo hemû jinên siyasetmedarên ku li Girtîgeha Kandirayê û Ferhat Encû, bi heskirin û bêrîkrin silav dikin..”

Yuksekdag di peyama xwe de wêneyê bi Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û Alîkara berê ya Hevserokê HDP’ê Aysel Tûgluk re jî parvekir.