Yuksekdag: Bi berxwedanê re wê desthilatdariya wan hilweşe!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku di girtîgehê de ye diyar kir ku divê tecrîd were rakirin. Yuksekdag diyar kir ku divê gel li dora HDP’ê bibin xeleq.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku di girtîgehe de ye, rûniştina doza wê li Enqereyê hate kirin.

Yuksekdag ji bo grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ku, “Îro li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda tecrîda Îmraliyê û ji bo vekirina rêya siyaseta aştiyane grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger tên kirin. Ji ber çaresernekirina doza Kurdan îro krîzeke mezin heye. Grevên birçîbûnê ji bo çareseriya van krîzên li Tirkiyeyê ne.”

Yuksekdag diyar kir ku divê tecrîd were rakirin.

Yuksekdag got ku “Wekî ku Mehmet Tûnç jî gotibû, em bi qehremanên Cizîrê serbilind in. Bi berxwedana me re wê desthilatdariya wan hilweşe. Ez bang li gelê me dikim ku li dora HDP’ê bibin xeleq û maf û dahatûya xwe biparêzin.”

Rûniştin taloqî 19’ê Nîsanê hate kirin.