YRJ'ê îmzeyên li dijî darvekirinê ji 14 rêxistinan re şand

YRJ'ê îmzeyên ku di kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” de kom kiribûn, ji 14 rêxistin û sendîkayên rojnamevanan, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan re şandin.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) 12`ê Tebaxê (2024) li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, kampanyaya "Na ji Darvekirinê Re" dabû destpêkirin. 

Piştî kampanyaya 14 rojan dom kir, YRJ’ê 26`ê Tebaxê bi civînek çapemeniyê encam eşkere kirin û diyar kir ku ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatine komkirin.

Di civînê de hatibû detnîşankirin ku wê îmzeyên hatine komkirin ji saziyên rojnamevan û mafên mirovan re bên şandin.

Li gorî agahiyên ji Desteya Rêveber a YRJ`ê hatine wergirtin, îmzeyên hatine komkirin ji Komîteya Parastina Rojnamevanan, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Ajansa Reuters, Sendîkaya Rojnamevanên Umanê, Sendîkaya Rojnamevanên Somalê, Sendîkaya Rojnamevanên Urdunê, Sendîkaya Rojnamevanên Lubnanê, Sendîkaya Rojnamevanên Misrê, Sendîkaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê, Navenda Mîtro ya li Başûrê Kurdistanê, Rêxistina MidPoint, Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navnetewî û ji gelek hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan e hatine şandin.