YPS JIN’ê li 3 bajaran çalakî kir

YPS JIN’ê li Aydin, Wan û Edeneyê li dijî hêzên dewleta Tirk û AKP’yiyan çalakî li dar xist.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS JIN’ê di 26’ê Cotmehê de bi şev li Efelera Aydinê gule li dikana cil û bergên bûkaniyê ya AKP’yiyê bi navê Şaban Koyûncû yê ji Denîzliyê reşand.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS JIN’ê di 30’ê Cotmehê de saet di 21.00an de dema wesayîta zirxî ya polîsan li Taxa Nû ya Elbakê ya Wanê dewriye digerand, li wesayîtê dan.

Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sara Tolhildan a YPS JIN’ê di 3’ê Mijdarê de saet di 21.00’an de li Leşkergeha Orçûn Kûbat a li Seyhana Edeneyê da.

YPS JIN’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên wan bidome.