Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û di serî de tecrîd û rewşa Sûriyeyê gelek mijar nirxand. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
"Di destpêkê de Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim û sersala wî ya mîladî ya nû pîroz dikim. Li Îmraliyê rewşekê nû nîne, tu guhertinek nîne. Tecrîd dewam dike, Rêber Apo jî anî ziman ku tecrîd dewam dike. Bêguman li hemberî pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê têkoşîna kûrewî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike armanc jî li her qadê didome. Bi rêbazên dewlemend û cûrbecûr didome. Tê ziman ku ji nû ve hatiye plankirin û wê hîn xurtir bi pêş bikeve. Di vî alî de encamên salê destpêkê jî hate nirxandin. Di sala duyemîn de armanc ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêk anîn. Di dawiya salê de di 23'ê Cotmehê hevdîtin li Îmraliyê çêbû. Rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst tengav bû û di encama vê yekê de hevdîtin hate kirin. Ne ji ber sedemeke cuda çêbû. Têkoşînê zor da wan û hevdîtin da kirin. Vê yekê nîşan da ku têkoşîn dide qezenckirin. Wê pergala Îmraliyê ya tecrît, êşkence û qirkirinê perçe bibe, wê dîwarên Îmraliyê birûxin û azadiya Rêber Apo were pêk anîn. Belê, ev mumkun e, lê bi têkoşînê mumkun e. Wê bi têkoşînê çêbibe. Di sala duyemîn de têkoşînê di vê astê de pêşxistin tê armanckirin. Yê ku hemleyê çêdikin, li çar parçeyên Kurdistanê, bi giştî li cîhanê di pêşengiya jinan û ciwanan de bi tevlîbûna hemû derdoran têkoşînê dewam dikin. Ji vê zêdetir rojevên nû çêdibin. Li derdora wan rojevan têkoşîna azadî û demokrasî tê meşandin. Yê ku vê têkoşînê dimeşînin jî têkoşîna xwe bi têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re dikin yek. Hemû mijarên azadî û demokrasiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ne. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hemû pêşketinên azadî û demokrasiyê re eleqedar e. Ev weke goşt û neynûk di nav hev de ne û bi hev re girêdayî ne. Ji ber vê hemû têkoşînên azadî û demokrasiyê dikin parçeyê têkoşîna fîzîkî ya Rêber Apo. Pêwîste hîn zêdetir jî were kirin. Pêwîste têkoşîn hîn zêdetir were pêşxistin, mezinkirin û di vê sala duyemîn de di aliyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de teqez encamên mayînde dest bixin. Em bi hedefê ketin nav û ji bo vê jî di her qadê de pêwîste têkoşînê mezintir bikin. Pêwîste jin û ciwan, karker û kedkar, gelê Kurd û dostên wan li çar aliyên Kurdistanê û hemû cîhanê têkoşînê hîn xurtir û bi bandortir bimeşînin. Di vê mijarê de pêwîste kes guh nede tu sozên derew û neyê xapandin. Ev gotinên vala ne. Ji bo asteng bikin tê gotin. Ji ber ku teng bûne ketin panîkê. Ji ber têkoşîna me û encamên şerê cîhanê yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn Devlet Bahçelî got ji bo qala mayindebûna dewletê kir û ket nava hewldanê. Lê li holê tiştek nîne. Vala diaxive. Dibêje wê çêbibe û dixwaze hêvî bide çêkirin. Yanî, bi rastî jî dişibiya kesek cidî, me jî got gelo mirov dikare cidî bigire, lê wisa derneket. Bi rastî jî wekî ku xuya dike nîne, naxwe Tayyîp Erdogan asteng dike, nayê zanîn. Hinek dibêjin Erdogan dijber e, ji ber vê Bahçelî didomîne. Lê ji ber pêkanîn di destê wan de ye pêk naynin. Em nizanin wan tiştan. Em li tiştê ku xuya dike dinihêrin. Ji ber ku gelê Kurd ewqas komkujî dît, ewqas êşkence dît, ku guhê wê nabihîze. Gotinan nabihîze, çavên wan tenê dibîne. Yanî van gotinan nabihîze, bawer nake. Wê ev bibe, wê ew bibe ji tiştên wisa bawer nake. Ji tiştên ku dibîne bawer dike. Hatiye wî halî. Tiştê ku xuya dike nîne. Tiştek pêk nehatiye. Wê çaxê pêwîste van gotinan nebihîzin. Hevalan ev yek gelekî nirxandin. Yek jî wek şerê taybet û psîkolojîk bi kar tînin. Hinekan gotine ev şerê taybet çi ye, şerê psîkolojîk çi ye em fêm nakin. Ev çi ye, ji bo yê hember bixapîne, derewan dikin. Derewan dike, bendewariyan çêdike. Yanî, wê hevdîtin çêbe, nizanim çi çêbe, dibêjin û dixwazin têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin qels bikin. Dixwazin hemleyê asteng bikin, rêxistinê sist bikin. Tiştê ku tê kirin teqez ev e. Heta gavên şênber werin avêtin, heta ji Rêber Apo daxuyanî neyê, heta ji rêxistina me ferm daxuyanî neyê, heta gavên ku her kes bi çavên xwe dibîne neyê avêtin, pêwîste em qet nebihizîn. Kî çi dibêje pêwîste me eleqedar neke û em li karê xwe binihêrin. Çi ye karê me? Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşandina têkoşînê ye. Vê têkoşînê bi rêbazên hîn dewlemend bimeşînin. Yanî li her derê meşandin û hîn zêdetir mezinkirin û domdarkirin. Yanî, vê pergala faşîst, mêtînger û qirker bînin astekê wisa ku pergala Îmraliyê ya êşkence û tecrîdê nikaribe dewam bike. Pêwîste dîwarên Îmraliyê parçe bikin û pêşiya êşkenceyê bigirin. Pêwîste pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û deriyê Îmraliyê vekin. Pêwîste helwest ev be û guhê xwe nede tiştekî cuda. Hin derdorên cuda jî pêwîste nebin amûrê van tiştan ku dixapînin. Pêwîste tu kes di nava civakê de bendewariyê ava neke. Li gorî xwe wekî ku tiştek dizane nebe amûrê kesekî. Wisa pêvajoyek çêdibe û bi şeklên cuda tê nîqaşkirin. Bi vê re ev pêvajoya hemleyî tê xwestin ku qels bikin û sist bikin. Dixwazin hin hêzên cuda bixin nav bendawariyê. Pêwîste bendawarî nebe. Pêwîste hîn zêdetir têkoşîn bikin, hîn rêbazên dewlementir, hîn yekpare têkoşînê bikin. Pêwîste her kes têbikoşe û teqez pergala tecrîd, êşkence, qirkirinê ya Îmraliyê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Armanca me ev e. Tiştê ku em bêjin ev e. Gotinên derveyî vê, divê gelê me, jin û ciwan, mirovên welatparêz û dostên me jê bawer nekin. Min cara berê jî got. Lê tê dîtin ku yê dijber, zêde tê ser mirov. Bi derew û hîleyan tevdigerin, jixwe tiştê ku dibêjin derew, tiştê ku dixwin heram e. Qey em nizanin ew kî ne? Bi hezaran lîstîkan dixwazin me bêtêkoşîn bikin. Pêwîste em neyên vê lîstîkê û bi van hîleyan nexapin. Pêwîste vê baş bibînin û fêm bikin. Ji lewra li gorî hedefên xwe têkoşîna xwe bi plan û rêxistinkirî bi pêş bixin, hedefa xwe pêk bînin. Di milê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de gavên mayînde di vê sala pêşiya me de teqez bidin avêtin.
Belê, li Sûriyeyê dawiya Mijdarê guhertinek girîng çêbû. Yanî, niha her kes encamên vê nîqaş dike. Lê belê, di zimanê Tirkî de gotinek pêşiyan heye. Dibêje, 'înşaleh mirov xweziya xwe li yê çûyî neke'. Ji bo niha mirov dikare wisa bêje. Lewre yê ku çû çi ye em dizanin. Di esasê xwe de yê hatî jî hinek dizanin. Yanî, destê gelek hêzan tê de ye. Li gorî xwe hinek sozan didin. Bendawariyekê jî di vê mijarê de çêdike. Qaşo wê Sûriyeyekê nû, demokratîk çêbibe. Ji me re jî gotina înşallah gotin dikeve. Ji xwe em ji bo vê têkoşînê dikin. Têkoşîna Kurdan, heta têkoşîna PKK'ê di vê mijarê de ne kêm e. Lê bi rastî wê çi çêbibe ne diyar e. Niha çi bû? Ev rewş encamê şerê cîhanê ye, girêdayî wê ye. Li Iraqê bi rûxîna rejîma Baasê re destpê kir ev pêvajo. Niha desthilata Sûriyeyê ya Baasê di sala 61'emîn de rûxiya û gihîşt asteke nû. Di heman demê de hîn şênber ev encamê 7'ê Cotmehê 2023'an şerê Xezeyê ye. Me ev 40 caran nirxand. Pêwîste hîn baştir were gotin. Rewşeke ku nayê fêmkirin nîne. Naxwazin fêhm bikin. Me ev eşkere got, piştî Xezeyê dor li Lubnan e, piştî Lubnanê dor Sûriye ye, piştî Sûriyeyê dora Qibrisê ye. Yanî, niha rewşa ku li Sûriyeyê diqewime, bi pêşengiya Tirkiyeyê tê kirin. Hin derdor Erdogan dipesînin û pişta wî mis didin. 'Wiha serketî ye' û nizanim çi dibêjin. Yanî hîn Trump li Qesra Spî rûneniştiye pesnê wî da. Ew jî wek beq xwe biwerîmîne, xwe diwerîmîne. Lê belê bi rastî çi kir? Ji bo feydeya Tirkiyeyê kir, yan jî ji bo feydeyê hinekên din kir, an jî temenê desthilata xwe dirêj kir? Yan jî bi şexsî berjewendiyên xwe parast, wê pêvajoya pêş vê nîşan bide. Niha ev qirîna serketinê zêde ne watedar in. Dixwazin biwerimînin. Me ji vê re got, serketina Pirûsê. Yanî serketinekê derew e. Sedam li Kuweytê serketinek wiha dest xistibû. Ji gelek aliyan re wiha dan kirin. Erdogan jî wisa dixebitînin. Di şerê Gazeyê de bi kar anîn. Bi Hamasê re şer dan destpêkirin. Hizbûllah teşwîqî şer kirin. Niha li Sûriyeyê jî fermandariya şer dan Erdogan. Ji ber gelek baş kar kir jî dibêjin ev çiqas li gor berjewendiyên Tirkiyeyê ye? Hin nivîskar û derdor nîqaş dikin, lê pir qels e. Propagandaya AKP-MHP'ê ya werimandinê û şerê psîkolojîk a wan ewqas zêde ye ku yên din nayê bihîstin. Hemûyan diçewisînin. Di esasê xwe de rewşekê wiha tune bû. Erdogan ji bo Esad re biaxive hewl dida. Her tim veşartî û vekirî di nav hewldana vê de bû. Ji bo Putîn bibe navbeynkar çend car hewl da. Her kesî digot. DYE'yê dixwest bi Beşar Esad re bimeşe. Bi rastî jî ev ne tenê gotin bû. Lê carek de hin pêşketinan vê rewşê berovajî kir. Kesî texmîn nedikir û ne li bendê bû ku Hîzbûllah wê ewqas zû derbê bixwe û dor zûtir were Sûriyeyê. Yanî rol û piştigiriya Hîzbûllahê ya di ser piya mayîna Sûriyeyê de gelek zêde bû. Dema derb xwar ew der jî qels bû. Encamên şerê Xezeyê û Lubnanê ev rewş afirand. Dîtin ku dor zû hat Sûriyeyê û palpişta rêveberiya Esad pir qels e. Tenê Rûsya ma bû. Rûsya jî Pûtîn anîn rêveberiyê, 6'ê Mijdarê got, ez ê peyman çêkim. Herhal peyman kirin û şûnde ji bo rêveberiya Esad tu palpişt nema. Di dawiyê de kî wê vî karî bimeşîne, wê îhalê li ser kê bimîne ev ma. Li Xeze, Lubnanê li hemberî Hamas û Hîzbûllahê Îsraîl dan şerkirin. Yanî, rêveberiya Beşar Esad dewletek bû û cihê wî li Neteweyên Yekbûyî (NY) hebû. Pergalê nexwest ku yê wî birûxîne bibe Îsraîl. Her wiha dîsa bi Erdogan dan kişandin. Rêveberiyek ku girêdayî NY'ê bû, bi darê zorê bi Erdogan dan rûxandin û ew jî şad dibe û dibêje min rûxand.
Ew jî weke ku serkeftinê bi dest xistibe keyfxweş dibe. Lê xudê dizane sibê wê ji ber vê yekê çi were serê wî. Ji ber vê yekê ne lazim e wisa zû keyfxweş bibe. Di vê yekê de minêkar bûn. Pir bi eşkere dîtin ku pir daxwazker in, jixwe heta niha ji bo ku wî tevkarî Sûriyeyê nakin DYE û NATO hinek dijber disekînin, nerazîbûn nîşan didan. Di demeke kin de hevdîtinan kirin. Sekreterê NATO’yê çû, ji Idlibê êrîşê dan destpêkirin û ev encama derket holê. Niha ev encama derket holê, lê ev ne encamekî ye. Hîna yê heyî hat hilweşandin, wê li şûna wî çi bê danîn, wê ji niha şûnde çi bibe, ev ne diyar in. Yê ku li şûna wî bê wê çi pêk bîne, yanî qet ne diyar e. Yên ku weke rêxistina terorê dihesibînin, yên ku derbara wan de wekî terorîstê biryara girtinê derdixin hatin, niha jî diçin dikevin pêşbirka hevdîtinan, hevdu hembêz dikin, kravat û bi ser de çakêtek lê kirin qaşo hewl didin rêveberiyeke li gorî xwe çêbikin. Lê her kes durûtiyê dike, yên ku vê birêve dibin jî dikin, hêzên li pişt vê jî dikin, bixwe jî dike. Di derdaorên Îslamî de durûtî pir heye.
Belê wisa hat. Komên bi vî rengî vê yekê pir dikin. Niha bi vî şeklî dike, yanî em dikarin bibêjin ku li Sûriye rewş ne diyar e. Zehmet e ku li Sûriyeyê avabûneke nû bê afirandin. Jixwe li Xeza û Lubnanê jî derneket, li Iraqê jî nebû, yê kevin hildiweşînin, yê nû wê di asta herêmî de be. Tîştên ku niha tên afirandin ne mayinde ne. Li Sûriyeyê jî wê tîştên demdar biafirînin ku eger bikaribin ava bikin. Ji ber ku li Sûriyeyê nakokî pir in. Avabûnên etknîkî pir in, ziman û mezhebên cuda hene. Komên gelan ên pir cuda hene. Sîstemên demokratîk, konfederal, federal encax dikarin van derdoran li hev kom bikin. Sîstemên nedemokratîk nikarin xwe li ser lingan bigirin, nikarin tîşteke baş biafirînin, ji ber vê yekê wê ev rewş dewam bike. Sûriye bû gavek. Piştî Sûriyeyê tê gotin ku li Iraqê hêzên dijberê sîstema tekparêz hene wê wan hedef bikin. Ji aliyekî we helbet hedef dibe Îran, li ser Îranê dorpêç heye. Zextên li ser Îranê wê zêdetir be, lê ya din Tirkiye ye. Dixwazin li rojhilatê behra spî kontrolê çêbikin, sîstema sermayeyê ya tekparêz li ser bingeha enerjî û tîcaretê. Ji ber vê yekê rê amade dike. Ev rêya paqijkirinê ye, yê Sûriyeyê jî rêya paqijkirinê ye. Wê dora Qibrisê were. Tirkiye navenda şer. Ji ber vê yekê gotinên weke vê şerê Tirkiye kir, Tayîp Erdogan bi ser ket nizanim wisa rêvebir wisa bibandor dibe, vala ne. Tenê gotinên xapandinê ne. Raya giştî ya Tirkiyeyê wisa dixapînin. Rêveberiya Tayîp Erdogan pir qels bûye, li ber ketinê bû, ji bo ku li ser lingan bigirin vê yekê dikin. Dîtin ku pêwîstiya wan heye ku li ser lingan bigirin, di bûyerên bi vî rengî de bikartînin. Diyar e ku dixwazin zêdetir bi kar bînin. JI bo ku li ser lingan bigirin serkeftineke biçûk dan. Lê wê li ser sînorê Tirkiyeyê çi bibe, şer zêdetir nêzî Tirkiyeyê bû wê çi bê serê Tirkiyeyê ne diyar e. Me got bila Tirkiye dem derbas neke. Yên ku hevdîtinên bi Rêber Apo re weke şerê taybet dimeşînin, wê sibê fêm bikin ku pir dereng mane. Tirkiye derfetê winda dike. Yên hez Tirkiyeyê dikin çima vê fêm nakin, çima nabînin, hêzên muxalefetê, aliyên demokratîk, hêzen çep û sosyalîst, rêxistinên jin û ciwanan divê qiyametê rakin. Li ser bingeha desthilatdariya AKP-MHP’ê ya heyî ne diyar e bê ka rewşa li Sûriyeyê çi aniye Tirkiyeyê, wê ji vê şûnde çi bibe. Me got yekane rizgarker Rêber Apo ye. Yekane rizgariya Tirkiyeyê di bingeha azadiya Kurd de demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Eger ev yek pêk neye di bin sîstema heyî de pêşeroja Tirkiyeyê nîne. Yekane kesê ku vê yekê jî pêk bîne Rêber Apo ye. E niha trên direve, eware dikin ha sibê bibe ha roja din dibe lîstikê dileyzin. Bi hîleyan dem derbas bikin, lê firsedê direvînin, dibe ku sibê ji bo wan pir dereng be. Ji bo niha dikarim vê bibêjim.
Yanî yê ku derxist holê nebû Tirkiye û rêveberiya Tayîp Erdogan. Yanî şerê ku li Xezayê destpêkir heta şerê ku heta sala 90’î ji Korfezê destpê kir kî dabe destpêkirin û rêvebirin encama li Sûriyeyê jî ew bi dest xistin. Li ser bingeha planên wan de çêbû. Tirkiye weke ku tayê Beşar Esad kişand hat bikaranîn. Divê wisa bê dîtin. Yanî ne serkefina wî ye. Li wî dan kirin. Hêzên ku dan kirin rêveberên şerê berê ne. Ev zelal e. Li piş hêzên ku niha li Şamê rûniştine jî ew hene. Hîna dixwazin Tirkiye bikin nav de û dixwazin bi vî rengî bînin rewşa ku dixwazin, yanî dixwazin tam bikin nava kontrolê. Rêveberiya heyî jî di berdela mayîna desthilatdariyê de hemû daxwazên wan pêk tîne. Lê helbet ne diyar e piştre çi bê serê Tirkiyeyê. E niha Sûriyeya nû bê afirandin wê çi bibe? Tirkiyeyê kirin nava plana xwe da ku zextê li ser Kurdan çêbike. Weke şûra demokrasiyê her roj lê dide. Jixwe karê wî yê ewil ew bû ku li Efrînê êrîşê civaka Kurd ê li Til Rifetê bike. Piştre êrîşî Minbicê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Van êrîşan Tirkiye rêve dibe. Dibêjin Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê, artêşekî wiha nîne. Rêxistina paravan e ku di bin navê rêxistinên cuda de ava bûye, hemû rêxistinên Tirkiyeyê ye. Her kes dizan e. Û di bingeha vê de OSO heye. Birayên misilman in, hevserokê wan birayên misilman Tayîp Erdoga ne. Birayên misilman ne rêxistina hêzeke din in. Yanî rasterast rêxistina wan in. Û bi vî rengî bikartînin, niha jî didin êrîşkirin. Qaşo gef dixwin, komkujiyê didin kirin, her roj zextê dikin. Zêde deng ji kesî nayê. Ya din jî wê Sûriyeya din çawa be? Rolê Kurdan û civakan wê çawa be? Ev rewşên ku divê bê nirxandin in. Rast e li Sûriyeyê desthilatdariya heyî hat hilweşandin, lê ne hêsan e ku ya nû bê avakirin. Weke yê berê naye avakirin. Kesî qebûl nake. Her kes di vê pêvajoyê de hinek bû xwedî hişmendî, rêxistin bûn. Gelek aliyên etnîkî hene, hemû ol hene. Gelek mezhebên cuda hene, gelek komên gel ên cuda heye. Yanî tenê Ereb jiyan nakin, hem Sûnî hem Elewî ne ji heman mezhebê ne. Erebên xiristiyan jî hene. Yanî pêkhateyên ji olên cuda jî heye. Civakên din ên weke Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen yanî her kes heye. E niha bi zexta ku wê Sûriyeya nû çawa bibe, xwestin Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin bin zext û gefan. Lê rewşeke wisa nîne. Eger hinek li ber xwe bide, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûriyeye hêzeke zêdetir bi siûd e, bi bandortir e, hêza wê heye. Gelekî ku xwe dispêre heye, gelek xwedî berxwedan û rêxistin e. Ez wê berxwedanê silav dikim. Şehîdên wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi qehremanî li ber xwe dan, hîna jî li ber xwe didin. Şerê li Tişrîn, Qereqozaq, Kobanê DAÎŞ û YPG di dema xwe de çawa şer kiribin şerê heman hêzan dewam dike. Rewşa heyî wisa ye. E niha di vê mijarê de model û tecrubeya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke ku dikare ji tevahî Sûriyeyê re modelek çêbike. Sîstemeke demokratîk ku bikaribe ewqas pêkhateyên etnîkî li hev kom bike, ava kirin. Kevneşopiyek afirandin, tecrube derxistin. Di esasa xwe de rê li ber vekirin ku divê rêveberiya nû ya li Sûriyeyê çawa bibe. Bersiva çawaniya wê dan. Di vê mijarê de ne hewce ye ku zêde metirsî jiyan bikin. Eger berxwedanek nîşan bidin, aliyê herî bi hêz û rêxistinkirî ew in. Yanî bi berxwedanê çawa li dijî DAÎŞ’ê piştgiriya hemû gelên cîhanê û derdorên demokratîk girtin, dîsa piştgiriya gelê Kurd li gel wan e, piştgirya hemû gelan, jin, ciwan û derdorên demokratîk li gel wan e. Wê zedetir jî bibe. Yanî ne diyar e ku hêza dijber çi bike. Yanî eger hewl bidin weke Efxanîstanê bikin, helbet Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûriyeye modela bingehîn a Sûriyeya nû ya demokratîk e. Wê piştgirî bidin wê. Her kes daxwaza bandora wê bike. Yên azadiya jinê û azadiya gelan dixwazin, yên demokrasiyê dixwazin, yên azadiya raman û rêxistinbûnê dixwazin jixwe wan di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibînin. Di xeta neteweyî ya demokratîk de modela rêveberiya demokratîk a bi vî rengî derxistin holê. Modela ku divê Sûriye bibe sîstemeke konfederal a demokratîk a çawa afirandin. Di esasa xwe de eger ku demokrasiyek çêbibe, tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê dikare bibe model. Bi sûd girtinê dikarin li Sûriyeyê jî vê pêk bînin. Xwedî vê hêzê ne, ji ber vê di rewşa herî xurt de ne. Teqez divê xwe qels nebînin. Bi taybet gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tirkmen, Asûrî, Sûryanî, Ermenî ketine ba hev û din. Bila zêdetir bên ba hev û din. Bila li ber xwe bidin. Tevahî gel, extiyar, ciwan, jin her kes modela xwe diparêzin, çek girtine. Ev berxwedana gel e. Ji bo hemû bindestan dibe çavkaniya îlhamê. Wekî stêrekî hemû kesên di bin zextê de ronî dike. Ji ber vê yekê piştgiriya hemûyan li ba wan e. Wê her tim piştgirî bidin, bila baweriya xwe bînin. Komkujî tên kirin, divê li ber van li ber xwe bidin. Serkeftina bêyî berxwedan ne pêkan e. Dîsa divê pirsgirêkên cuda cuda divê bi ecele nekin rojev. Bi vê wesîleyê diyar bikim, hema her gav dibêjin pirsgirêka PKK’ê, kirine zimanê xwe, qey yên di nava HTŞ’ê de kî ne. Civakên berhevkirî ne ku yek nizanim ji ku derê rojhilatê asyayê, yek nizanim ji ku derê cîhanê hatine. Atêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên wekî wî piranî civaka berhevkirî ne. Yanî yên li wê derê Kurd in, vê yekê ji bo ku zextê li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin dibêjin. Yanî heval Cemal jî ragihand rasterast têkilî me nîne, lê ev ne rewşeke ku wisa bibe pirsgirêk e. Yanî weke şêwirmend heye, hin kesayet hene ku hin kar dikin hene. Eger Kurdên ne ji Sûriyeyê hebin û ew kes bi PKK’ê re têkildar bin, eger Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar bigre ew ji qadên wan derkevin, wê ew derkevin. Yanî bi taybet ji bo PKK’yiyan qet pirsgirêk nîne, wê çekên xwe bigrin derbasî bakurê Kurdistanê bibin. Jixwe berê ji bo ku li rojavayê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe bidin çekên xwe ji bakurê Kurdistanê girtin û berê xwe dan wê derê. Jixwe ji demboriyê ji her kesî zêdetir Tayîp Erdogan pir baş dizane. Ji ber vê pirsgirêk tune ye. Pirsgirêk nîne ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tengaz bibe. Bi vî şeklî nikarin van tengas bikin. Eger yên tengas bibin hebin ew ne Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ez berxwedana bi taybet gelê Kurd, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikim, bi minetdarî şehîdên wan bi bîr tînim û serkeftinên mezin di têkoşîna azadiyê ya dîrokî de dixwazim.
Di serî de ez şehîd Nazim Daştan û şehîd Cîhan Bîlgîn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî ew şervanên ronahiya li hember tarîtiyê, heqîqeta li hember zordariyê, qenciya li hemberî xerabiyê, bedewiya li hember nebedewiyê, azadiya li hember koletiyê bûn. Wan şervaniya heqîqetê ya fedaî kirin. Ji bo eşkerekirina heqîqetê, eşkerekirina rastiyê û ronîkirin bûn şervanên fedaî.
Her kes ji Nazim û Cîhan fêr bû ku bê li Minbic, Qereqozax û Tişrînê çi diqewime. Eger ne ji van hewldanên wan bûna, wê derew û manîpulekirina şerê taybet ê dewleta Tirk ji her kesî re weke rastî û heqîqetê bihata nîşandan. Dê mejiyê her kesî bi derewan tijî bibûya. Wê bihiştana ku ji derewên wan bên bawerkirin. Ev fedaiyana maskeya propagandaya wan daxistin xwarê. Wan rastiyê ronî kirin. Bûn mînakeke mezin a wêrekî û fedakariyê. Ez dikarim vê bi zelalî îfade bikim.
Ji ber ku di vî warî de bi taybet hedef hatin girtin. Ev êrîşek plankirî ye, cînayeteke plankirî ye. Ev cînayeteke ku dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan bi plankirî kirine, komkujiyek e. Komkujiyek ku sûcê mirovahiyê ye. Di warê qanûnî de ji vê re kuştina bi plankirî tê gotin. Ji ber ku maskeya wan daxistin hedef hatin girtin. Bi hêrs û kîn bi xayintî êrîşî van şervanên ronahiyê kirin. Lê wan bi lehengî li ber xwe dan. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rastî bi lehengî şer kirin. Wek Tayyîp Erdogan dostaniyên sexte yên durû nekirine. Tişta ku rêveberiya Beşar Esad berê dikir ev bû. Mîna van demên dawî şerê namerdî nekir. Kurd û yên bi Kurdan re bûne yek, her tim bi mêranî li ser xeteke demokratîk li dijî rêveberiya Baasê li ser xeta demokratîk bi lehengî rawestiyan. Têkoşîna herî bi bandor û berhemdar meşandin. Weke rojnamevan bûne ronakbîrên şervanên fedaî yên demokratîk, lehengiyê. Wan peywireke mezin bi cih anîn. Wan xeta şervaniya propagandayê ava kirin. Ez dîsa wan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim.
Ez êşa hemû hezkiriyên wîan, malbatên wan û civaka Çapemeniya Azad parve dikim. Di her qadê de xwedî derdikevin. Divê bêtir xwedî li wan derkevin. Ji ber ku ev tê wateya xwedîderketina li dozeke mafdarî ye. Civakên ku nikaribin piştgiriyê bidin van mirovan nikarin li ser piyan bimînin. Li her derê tê qîrîna “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bilind dibe. Bi rastî nayê bêdengkirin. Em ji dil bi vê bawerin.
Ji ber ku bingeh pir bi zexm hatiye avêtin. Mazlum Doganan bingehê vê çêkir. Gurbetellî Ersozan bingeha vê çêkir. Apê Mûsa bingeha vê çêkir. Ev bingeh zexm e. Bi êrîş, komkujî û şehadeta milîtanan ev têkoşîn nayê rawestandin. Ev çapemenî nayê bêdengkirin.
50 sal in çi kirin jî nekarîbûn bêdeng bikin. Ev xet 45 sal in bi derbaskirina her cure astengiyan, derbaskirina zehmetiyan, nîşandana her cure cesaret, fedakarî û berdêllan wê didome. Wê ji niha û pê ve jî bidome. Şehîd Nazim û şehîd Cîhan wê bibin sembola têkoşîna azadiya çapemeniyê û têkoşîna çapemeniya azad.
Dawiya meha Kanûnê weke ku serdema komkujiyên dewleta Tirk e. Bi rastî tevahiya dîroka dewleta Tirk komkujî ye. Tevahiya dîroka dewletê komkujî ye. Divê em vê tenê bi dewleta Tirk re sînordar nekin. Lê hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê tê wateya komkujiyê. Dawiya meha Kanûnê tam bi vî rengî ye.
Ya herî girîng jî komkujiya Mereşê ye ku di 19-24’ê Kanûna 1978’an de pêk hat. Ev komkujî mehek piştî damezrandina PKK’ê pêk hat. Civaka Kurdên Elewî hatin qetilkirin. Ez şehîdên wê komkujiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
46 sal in PKK ji bo tola vê komkujiyê hilîne têdikoşe. Têkoşîna tolhildanê meşand. Divê her kes vê bizanibe. Hesabê wê gelek caran pirsî. Ew ê bêtir jî bipirse.
Komkujiya Mereşê bi armanca ku li rojavayê Firatê dawî li Kurdayetiyê bîne pêk anîn. 46 sal berê li Mereşê ji bo dawî li kurdayetiya rojavayê Firatê bê kirin, êrîş û komkujî hatin kirin. Niha di 46’emîn salvegera komkujiyê de li Minbicê tê kirin. Duh Mereş, îro Minbic. Armanc tinekirina Kurdayetiyê li rojavayê Firatê ye. Ev zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker a dijminatiya Kurdan ji bo ku hawîrdora demokratîk a ku Kurdayetî ji holê rabike, li ser esasê komkujiyan, sûcên herî giran, hovane yên li dijî mirovahiyê êrîş dike. Divê ev yek bê rawestandin. Erê, em bi têkoşînê hesabê vê yekê dipirsin, lê wê rojek were ku yên ev kirine wê li pêşberî dîrok û mirovahiyê hesab bidin.
Komkujiya Roboskî jî heye. Di 28’ê Kanûnê de qewimî. Ez di salvegera 13’emîn de şehîdên Roboskî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ew komkujî bi temamî bi talîmata Tayyîp Erdogan hat kirin. Wî talîmatên zelal da, wî bi xwe jî got. “Me terorîst gulebaran kir, Bahoz Erdal dihat”. Yên ku hatin gulebarankirin zarokên Roboskî yên 13-14 salî bûn û hewl didan bazirganiyê bikin û debara malbata xwe bikin. Bi vî awayî destên wî di xwîna van zarokan de ye. Ji ber vê yekê sûcê wî girantir û mezintir bû.
Komkujiya girtîgehan a 19’ê Kanûnê jî heye. Di sala 2001’an de bi dehan şoreşger bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ez wan hemûyan bi rêz û minetdarî bibîr tînim. Niha qetlîamên Parîsê jî li van hemûyan hatiye zêdekirin. 23’yê Kanûnê 2’yemîn salvegera komkujiya 2’yemîn a Parîsê ye. 9’ê Çileyê 11’emîn salvegera yekemîn komkujiya Parîsê ye. Bi vê minasebetê ez şehîdên her du komkujiyên Parîsê hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî û hevrê Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Divê gelê me yê li derve û welatparêz li ser bingeha xwedîderketina bîranînên şehîdan bi hêztir û bi bandortir têbikoşe. Ez têkoşîn û berxwedanê silav dikim. Ez banga mezinkirina têkoşînê dikim.
Lê çend gotinên me ji rêveberiya Fransayê re hene. Kujer diyar in, teşwîqkar jî diyar in. Gelek belge hene. Rêveberên Fransî dibêjin, "Em xwedî li Kurdên Rojava derkevin."
Her çiqas qels be jî dengên wiha derdikevin. Carna pesnê şervanên YPJ'ê didin, lê li aliyê din komkujiya rêveberiya faşîst a AKP û MHP'ê ku dilê Rojhilata Navîn li Parîsê li hemberî Kurdan kiriye ronî nake û xwedî lê dernakevin. Hesab ji sûcdaran napirsin. Ji ber vê yekê tu cidiyeta gotinên wan nemaye. Divê rêveberên Fransî zanibin ku bi ronîkirina van her du komkujiyên Parîsê û cezakirina sûcdaran wê giraniya gotinên wan li gel Kurdan hebe. Wê demê Kurd wê ji gotinên wan bawer bikin û wan cidî bigirin.
Gelê Parisê û civaka Fransayê bertekeke diyar nîşan da. Hevgirtin heye, dostaniyeke bihêz heye û hevaliya gelê Kurd dikin. Divê vê yekê zêdetir bikin. Divê em zexteke zêdetir li ser rêveberiya Fransayê bikin. Ji ber ku divê êdî hesabê sûcên mirovahiyê û qetlîamên AKP’ê bên pirsîn. Divê her kes di vê pêvajoyê de bibe yek û hesabê bipirse.
Divê civaka Fransayê zexteke zêdetir li ser rêveberên xwe bike. Ji ber ku di warê lidijderketina vê qetlîama faşîzane de qelek qels in. Bila qet nebêjin di qetlîama duyemîn de tiliya Tirkiyeyê nîne. Ev yek bi tevahî karê MIT’ê ye. Em gelek baş dizanin. Jixwe tekane karê wê ev e ku rêveberên dewleta Tirk bi aşkerayî vê yekê dibêjin. Ji bo ku em em bizanin ev karê wan e, ne hewce ye em pispor bin. Heçko ji bo dewleta Tirk Kurdan qetil bike hemû derfet jê re hatine pêşkêşkirin û rêya wê hatiye vekirin. Ji ber van yekan divê em hewla deşîfrekirina heqîqetê û têkoşîna ji bo hesabpirsîna qetlîaman mezintir bikin.
Bi dawiya sala 2024’an ve aste şerî ya heyî muhîm e. Planên dewleta Tirk careke din hatine pûçkirin. Li hemû eniyan şer didome. Navenda şerê 2024’an bû Rojavayê Zapê û Metîna. Esasen peymana ku di 22’yê Nîsanê de bi dewleta Îraqê re danîn, 15’ê Tebaxê nû kirin. Armanca vê peymanê asêkirin û biserketin bû. Bi gotina Tayyip Erdogan, dê li Bakurê Îraqê li ser navê PKK’ê her tişt ji holê rabiba. Niha li Metînayê berxwedan didome. Pevçûn û çalakî didomin. Îşev jî nûçeyên çalakiyan hebûn. Li Rojavayê Zapê jî bi heman awayî berxwedan didome. Li Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Biharê. Li hemû quntar û lûtkeyên Metînayê berxwedan û çalakiyên gerîla didomin.
Ne şaş bim 3’yê Tîrmehê bû; dewleta Tirk bi dewleta Iraqê re li hev kiribû û ji Amediyê, Derelûk û heta Şeladizê, li ser rêyên başûr yekîneyên zirxî bi cih kiribûn û da zanîn ku ew ê êdî bi ser bikeve. Hem jî di dema herî kurt de. Hemû plansaziyên wan têk çûn û asê bûn. Carna dibêje me ew asê kirin, ka bila bibêje kî kê asê kiriye? Heger piştgiriya KDP’ê û Îraqê nebe nikarin deqîqeyekê jî li wir bimînin. Bila ji nîr nekin ku her tiştî bi saya van piştgiriyan dikarin bikin.
Îro di nûçeyan de derbas dibû ku digot KDP’ê tîma HPG’ê xistiye xefikê. Divê KDP bi agir nelîze. Yanî pêvajo li ber çavan e. Niha tenê dikarim vê bibêjim. Lê divê ev yek jî bê zanîn ku hêzên dewleta Tirk û artêşa wê bi saya piştgiriya KDP’ê li van qadan disekinin. Ev ne hêza wan e. Rewşa heyî wiha ye.
Niha di vê çarçoveyê de, em ê ji wan kesan re yên ku ev derî ji dewleta Tirk re vekirine, ev der firotine, ango yên ku Herêmên Parastina Medyayê, ew erdnîgariya bêhempa ku qaşo parçeyê ji Îraq û Başûrê Kurdistanê ye, ji bo êrîşên dagirkirinê û tunekirinê vekirine û bi ser de pêşengiya vê dike, çi bibêjin Divê em li ser wan bisekinin. KDP’ê çi kir? Gelo qet li kiryarênnxwe dinêre? Rêveberiya Îraqê çi kir? Hereiha Rêveberiya Sûdanê? Hevalên me gelek caran hişyarî dan. Ez gelek li ser nesekinîm. Ji jor ve fermanek hat, li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Lê em ê jî gotina xwe bibêjin.
Çi heye? Em dikarin ji kesên ku li Bexdadê rûniştine re bibêjin ku bila li Beşar Esad binêrin, hişê xwe bînin serê xwe. Ma em êdî çi bibêjin? Esat birayê wan bû; du dewlet û rêveberiyek bûn. Tayyip Erdogan li Şamê bi Beşar Esad re civîna hikûmeta hevpar kir. Niha behs dike ka çawa bi awayekî nemerdane Esad êxistiye. Dibêje “Min bangî wî kir lê ew nehat, loma ev yek hat serê wî.” Kiryarên xwe wiha diparêze. Niha bila baş bizanin ka bi kî re hevkariyê dikin û bi kî re hevrikiyê dikin. Hêviya dostaniyê ji kê dikin, bila baş bizanin. PKK'ê rêveberiya li Bexdayê li hemberî DAÎŞ'ê parast. Li Kerkûkê PKK'ê parast, li Hewlêrê PKK'ê parast, li Şengalê PKK'ê parast. Serokwezîrê wê de mê yê Iraqê li pêşberî çapameniyê, li pêşberî raya giştî spasiya PKK'ê kir.
Belê Mesûd Barzanî jî çû Mexmûrê û li gel fermandarên gerîla rûnişt. Spasî û minetdariya xwe pêşkêş kir, bi sedema ku we desthilatdariya min parastin. Eger wan li Mexmûrê neparastibûna, li Hewlêrê wê desthilatdariya Barzanî hilweşiyabûya. Wê welê li wan bihata ku nediyar bû ku bi ku ve belav bibûna. Me fêhm kir. Barzanî wê bên ser rêya rast an na, em bi wê nizanin. Ji ber ku hevkarî, xiyanet tiştekî welê ye ku her ku dikeve nav bêhtir di nav de diçe. Derketin jê nabe. Wê karibin xwe jê rizgar bikin an na, em nikarin di vê der barê de tiştekî bibêjin. Lê belê bi hin wesîleyan, mînak bi wesîleya avê... Av dan? Nedan, rêveberiya Iraqê tiştek neda. Niha tê gotin, dor hatiye Iraqê. Belê, rêveberiya Tayyîp Erdogan li Sûriyeyê çi kiribe, wê li Iraqê jî heman tiştî bike. Wê xwe bispêre wan çeperên leşkerî yên ku bi serkêşiya rêveberiya Sûdanî li Iraqê ava kir, wê vê yekê bike. Bi hêza ji wan wergirtî wê bikin. Wê bibînin bê çi bîne serê wan. Me nedixwest van bibêjin. Di dema xwe de rêveberiya me gelek caran hişyar kir, lê belê guh nedan me. Hevalên me gotin, me gotin; em wan baş nas dikin, em baş zanin bê dixwazin çi bikin, xêr ji van nayê. Hinekî guhdarî bikira, li gorî berjewendiyên erzan tevnegeriyabûna wê ji bo wan hîn baştir bûya. Niha hîn em çi bibêjin? Êdî bila bala xwe bidin ser wê bê wê çawa xwe rizgar bikin. Lê belê têkoşîna xwe dîsa dimeşîne, berdêla wê çi be dide. Wêrekî û fedakariya vê nîşan dide. Têkoşîna xwe dimeşîne. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, belê Herêmên Parastinê yên Medyayê parast, ev yek di astekê de parastina Başûrê Kurdistanê, Iraqê bû. PKK di xeta xwe de wê vê bike, dewam bike. Bi hêza xwe. Lê belê divê her kes hesabê xwe bike. Rêveberiya heyî, gelo tifaqa ku li hemberî PKK'ê kir, bi rastî jî li dijî PKK'ê bû, yan jî xefikek li hemberî wan bû? Rêveberiya me bi rengekî eşkere ev got; xefik li ber we hatiye danîn, hûn dikevin xefikê, sibe berdêla wê ji bo we, wê giran be. Niha dibêjin li Bexdayê panîk heye, li Iraqê panîk heye, li her derê liv û tevgerê destpê kiriye. Rewşa li Sûriyeyê bi xurtî bandorê li rewşa li Iraqê dike. Em hêvî dikin ku wê dersê werbigirin. Bi taybetî yên ku şaşitî kirin wê berdêla şaşitiyên xwe bidin, lê belê hêzên demokrasî û azadîparêz ên li Iraqê em hêvî dikin ku wê rastiya PKK'ê fêhm bikin û wê bên ser xeteke rast. Banga me, bendewariya me li ser vê bingehê ye.
Belê sersaleke nû ya mîladî tê, sala 2025'an. Beriya her tiştî sersala nû ya mîladî li her kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin pîroz dikim. Di têkoşîna wan a sala 2025'an de jî serketinê ji wan re dixwazim. Nirxandina salê tê kirin, weke tevger em jî dikin. Li ser çapemeniyê em dikin, bi civînan em dikin. Em hîn bi rengekî amadebûyî, pêvajo hîn bêhtir analîz kiriye, xwe hîn bi xurtî û plankirî em dest bi sala nû dikin. Em bi vî rengî dest bi sala 2025'an dikin. Sala 2024'an di asta neteweyî û navneteweyî de 2 tiştan bi şert kir. Ya ku di asta navneteweyî de bi şert kir çi bû? Şerê Xezeyê bû ku di 7'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir. Şert danî ser Rojhilata Navîn lê belê ev yek tenê bi Rojhilata Navîn re nema. Bandor li asta global dikir. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li wê derê hate meşandin. Şerê Xezeyê şerekî germ û parçeyekî bi bandor ê wê bû. Cîhanê bi şerekî bi vî rengî destpê kir. Demeke dirêj dewam kir, Xeze ser û bin bû, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Gelê Fîlîstînê hate qetilkirin. Şer ji wir derbasî Lubnanê bû. Şerê Îsraîl-Hîzbûllahê rû da. Civaka Şîa ya Lubnanê bi rastî jî berdêleke giran da. Derb xwar. Bi şerekî bi vî rengî. Dawiya dawî jî li Sûriyeyê desthilatdariya Baasê ya 60 salan hilweşiya. Lêgerîna li rêveberiyeke nû heye. Şer bi giranî dewam kir. Li aliyê din li Ûkraynayê jî vî şerî dewam kir. Di navbera şerê Ûkrayna û Xezeyê de têkiliyeke xurt heye. Parçeyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Ji bo li Sûriyeyê rêveberiya Esad bi vî rengî bi hêsanî bikeve lihevkirinên bi Rûsyayê re hatin kirin pêwendiya xwe bi şerê Ûkraynayê re jî heye. Li wir jî wê rû bidin. Û polîtîkayên Trump têne meşandin. Sîstema sermayeyê ya yekdest bi Rêveberiya Biden re li ser şerê Ûkraynayê hin tişt kir, şerê ji Xezeyê heta Sûriyeyê jî meşand, niha jî bi polîtîkayên Trump vê yekê derbasî pêvajoyeke nû dike. Dibe ku li Ûkraynayê şer lawaz bibe, dikare bê sekinandin jî. Li deverên cuda wê şerên nû destpê bikin destpê nekin em nizanin. Deverên aloz hene. Lê belê ya esasî Rojhilata Navîn e. Hinekan ji şerê li Xezeyê re digotin şerê herêmî ye. Hinekan digotin şerê qadê ye. Ma şerê Rojhilata Navîn herêmî dibe? Rojhilata Navîn ew qad e ku hêzên niha şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşînin lê derketin holê. Qada navendî ye. Navenda şaristaniya dewletperest e. Şerê li vê derê qet xwecihî dibe? Şerê li nava sîstema desthialtdarî û dewletê sîstemê bi temamî eleqedar dike. Li vê derê şer wê dewam bike, belav bibe. Hîn bêhtir dikare kûrtir bibe. Ya rast, asta sala 2024'an girîng bû, lê belê di sala 2025'an de jî sîstema yekperest a sermayeyê ya di ser neteweyî re wê êrîşên xwe dewam bike. Ji bo statukoya ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ava kirin, parçe bikin. Wê giraniyê bidin ser Iraqê jî lê belê ya esasî Îran û Tirkiye ye. Ji ber ku statukoya netewe dewletê ya sed salî di ser Îran û Tirkiyeyê re ava bû. Hêzên hegemonîk Îran û Tirkiye bûn. Niha hegemonyayeke nû ya herêmî ava dibe. Îsraîl hewl dide xwe bike hêzeke hegemonîk a herêmî bi piştgiriya sîstema sermayeyê ya yekperest. Bi lihevkirina bi Ereban re, bi lihevkirina bi Siûdî, Misir re, li ser bingeha lihevkirina Ereb-Îsraîlê li dora rêya nû ya bazirganî û enerjiyê dixwaze sîstemeke nû ya Rojhilata Navîn ava bike. Sîstemeke ku statukoya netewe dewletê ji holê hatiye rakirin, sermaye bi lez û serbest tevdigere, lewma li vê herêma ku ji aliyê çavkaniya enerjiyê ve navend e, ji bo hîn bêhtir zêdekirina qezenca sermayeyê, dixwazin rêxistiniyeke nû ava bikin. Statukoparêziya netewe dewletê li pêşiya vê dibe asteng. Li pêşiya vê mêtingeriyê, qezencê dibe asteng. Hewl dide wê ji holê rake. Lewma şer ber bi navendên wan ên herêmî belav dibe. Pêvajo wê ber bi wê derê ve biçe. Di ser Tirkiye û Îranê re. Em ê bibînin bê li ser Îranê, li ser Tirkiyeyê wê bê meşandin. Li her derê wê bi heman rengî nebe. Li ser Tirkiyeyê wê cuda be. Tirkiye ji xwe ji aliyê sîstemê ve hatiye dorpêçkirin. Bi siyasetê, bi aboriyê, bi gelek tiştan dikare biguherîne. Rêber Apo got, 'Eger neguhere wê parçe parçe bikin'. Rêber Apo herî dawî careke din hişyarî da. Got, 'Wê we li Anatoliyê asê bikin'. Yanî ji Enqereyê jî wêdetir wê we asê bikin. Ji ber ku hindik maye Tirkiye trenê birevîne. Rewşenbîr, siyasetmedarên Tirkiyeyê çima vê fêhm nakin, derdorên demokratîk di vê astê de fêhm nakin û qiyametê ranakin? Mirov li pêşberî vê rewşê matmayî dimînin. Rewşeke welê nîne ku dilê mirovan pê rehet be. Tirkiyeyê di bin vê rêveberiya AKP-MHP'ê de ber bi nava felaketekê ve gav avêt, ketiye nava felaketê. Çima vê nabînin? Mirov matmayî dimînin, gelo ewqasî bê fikir in? Pirsgirêk bi esasî di vir de ye.
Bêguman wê li Îranê jî hin tiştan ava bikin. Hêzên Îranê yên li derveyî sînorê xwe di asteke girîng de eciqandin. Xuya ye wê hîn bêhtir bieciqînin. Îranê jî meyla lihevkirinê nîşan da. Şer nekir. Wê bixwazin bi zextê encamê bi dest bixin.
Lewma Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di sala 2024'an de şerê Xezeyê yê sala 2023'an weke mîrate wergirt, ew weke şerê Lubnan û Sûriyeyê gihand asteke bilind, niha jî radestî sala 2025'an dike. Sala 2025'an wê di heman asta bilind û bi lez de derbas bibe. Hinekan digotin, sala 2025'an wê bibe saleke welê ku guhertinên bingehîn û bi lez lê bêne kirin. Yên texmînên bi vî rengî dikin hene. Dihate gotin, sala 2024'an sala hilbijartinê ye, sala 2025'an jî wê bibe sala şer û guhertinê. Di sala 2024'an de hilbijartin pêk hat, lê belê di şer û guhertinê de jî nebû saleke lawaz. Di sala 2025'an de wê hîn bêhtir kûr bibe, divê her kes bi vê zanibe.
Di asta neteweyî de jî bi pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de hate ragihandin, me dest bi sala 2024'an kir. Weke tevger û gel sala 2024'an bi pêngaveke bi vî rengî ya têkoşînê derbas bû. Bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê, bi têkoşîna leheng a gerîla ya li Zap û Metînayê ku vê berxwedanê bi çalakiya TUSAŞ'ê ya hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn gihîşt asta herî bilind, derbas bû. Bi têkoşîna li her çar aliyên Kurdistanê re bû saleke topyekûn a têkoşîna azadiyê. Hem gelê Kurd rastiya Rêbertî hîn baş fêhm kir, xwe zane û perwerde kir, hem jî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li çar aliyên cîhanê belav bû. Ji bo Kurdan, ji bo xeta modernîteya demokratîk bû saleke welê ku li cîhanê belav bibe. Me encamên vê nirxand. Di 23'ê Cotmehê de neçar man ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bidin kirin. Faşîzma AKP-MHP'ê kete nava panîkê. Her kesî anîn ziman ku li ber ketinê ye, sîstem bi hawara wan ve gihîşt û bi tevlîkirina li nava bûyera Sûriyeyê re dixwazin hinekî din li ser piyan bihêlin. Ji bo karibe hinekî din bi kar bîne, hewl dide temenê wê hinekî din dirêj bike. Lê belê ne ji bo rizgarkirinê dikin. Divê her kes bi vê zanibe. Roj wê bê, yên ku heta niha piştgirî didan, wê bi gotina 'te çima ev sûç kir' hesab bipirsin. Her kes bi vê zane, her hal xwediyê wan jî zanin. Li rewşa Beşar Esad binihêrin, mîna ku tu li neynikê dinihêre tu yê xwe bibîne. Çi wê bê serê wan, divê di wir de bibînin.
Ev berxwedana mezin a topyekûn a azadiyê weke mîrateyekê radestî sala 2025'an tê kirin. Bi vî rengî em dest bi sala 2025'an dikin. Bû saleke rastî ya pêngavê, pêşketinê, têkoşîna me ya azadiyê dostaniyên gelekî mezin bi dest xist. Azadiya Rêber Apo veguherî azadiya hemû bindestan. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya her kesî re bû yek. Di sala 2025'an de ev têkoşîn wê li her qadê, bi gelek rê û rêbazan bê meşandin û bibe saleke welê ku encamên mayinde bêne bidestxistin. Me destpêkê got, ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta bi wergirtina encamên mayinde yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ev pêvajo wê dewam bike. Li çar parçeyên Kurdistanê wê dewam bike. Li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat wê dewam bike. Pêşketinên nû wê çêbibin.
Ya rast sala 2024'an bû saleke ji şerê giran û guhertin û pêşketinê. Sala 2025'an dikare bibe saleke welê ku ev yek hîn kûr bibe û encamên mayinde bêne bidestxistin. Saleke ji vê re vekirî ye. Bêguman encam wê ji aliyê hêzên têkoşer ve bê diyarkirin. Têkoşîn û hewldana wan, wê encamê diyar bike. Weke gel û tevger, ji bo sala 2025'an bibe sala azadî û demokrasiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Li ser bingeha pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî, di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd de li her qadê em ê têkoşîna xwe bi rêbazên herî dewlemend û bi rengê herî xurt bimeşînin û em ê encamê bi dest bixin. Biryardariya me ev e, hêza me ya pêkanîna vê heye. Bi rengekî amade, plankirî û rêxistinkirî em dest bi sala 2025'an dikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê serketinên mezin ên mayinde bi dest bixin.
Herî dawî em ji her kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin di sala 2025'an a mîladî de serketinê dixwazin, sersala nû ya hêzên demokrasî û azadiyê pîroz dikim."