Li bejahiya Minbicê 5 çete hatin kuştin, 3 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
Li başûr rohjhilatê bajarê Minbicê 5 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin, 3 wesayit jî hatin îmhakirin.
Li başûr rohjhilatê bajarê Minbicê 5 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin, 3 wesayit jî hatin îmhakirin.
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê ragihand ji doh şevê heta sibeha îro di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê şerekî giran qewimî.
Di encama şer de 5 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên wan hatin îmhakirin û hejmarek çek û cebilxane jî hate destserkirin.
Navendê got, "Hêzên me yên ku mafê parastina rewa bi kar anîn û bersiva êrişan dan, rasterast çeper û navendên çeteyan ên li wan herêman kirin hedef.
Li eniya Pira Qereqozaxê jî artêşa Tirk a dagirker derdora pirê û balafirgeha Sirîn bi çekên giran topbaran kir, dinencamê de ziyanên madî derketin.
Li herêma Zergan, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê û endamekî Hêzên Disîplîna Leşkerî şehîd bûn û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn."