Neam Bedel: Aştî bi hewldanên yekalî nabe
Dayika şehîdekî Şengalê Neam Bedel destnîşan kir pêvajoya aştiyê nikare bi yekalî bimeşe û bang li dewletê kir.
Dayika şehîdekî Şengalê Neam Bedel destnîşan kir pêvajoya aştiyê nikare bi yekalî bimeşe û bang li dewletê kir.
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û dayika gerîlayekî şehîd Neam Bedel derbarê pêvajoya aştiyê û rewşa heyî de ji ANF’ê re nirxandin kir.
HEVKARIYA DUALÎ JI BO AŞTIYEKE MAYÎNDE PÊWÎST E
Neam Bedel, anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk pêwîstî bi hevkariya herdu alî heye û got ku divê dewlet gavên cidî biavêje.
GIRÎNGIYA NAMEYA RÊBER APO JI BO CIVAKA ÊZIDÎ
Neam Bedel, bal kişand ser girîngiya nameya ku Rêber Apo ji bo civaka Êzidî şandiye û wiha got, "Ev name ne tiştek e ku kêm were dîtin, berovajî vê ew pir girîng e. Divê em vê nameyê baş fam bikin û ji gelê xwe re rave bikin. Nirxa ku Rêber Apo dide civaka Êzîdî pir mezin e."
DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGAL DI PÊVAJOYA DIYALOGÊ DE CIH BIGIRE’
Neam Bedel, diyar kir ku di demekê de ku deriyên diyalogê tên vekirin, divê rêveberiya xweser a Şengal jî di van hevdîtinan de cih bigire û got, "Ev gaveke girîng e ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengal û naskirina mafên gelê Êzidî. Divê Şengal bikaribe li ser siberoja xwe biryar bide."
BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ Û BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK
Neam Bedel, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û bikaranîna çekên qedexekirî û got, "Dewleta Tirk agirbestê nas nake û êrîşên xwe bi çekên qedexekirî didomîne. Ger ev êrîş nesekinin, pêvajoya aştiyê dê dereng bikeve û bêqîmet bibe. Divê dewlet van êrîşan tavilê rawestîne."
‘DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’
Neam Bedel, her wiha bang li gelê Êzidî kir û got, "Gelekî bêrêxistin mîna mirovekî kor e. Ew rêya xwe nabînin. Em an cihê xwe di nav avahiyên xwe yên rêveberiyê de digirin an jî em ji bo azadiya xwe şer dikin. Rêxistinkirin nasîna dost û dijminên xwe ye."
SILAV JI ŞENGAL JI BO ÎMRALIYÊ
Neam Bedel, di dawiya axaftina xwe de, silavên xwe ji Şengal heta Îmraliyê bo Rêber Apo şandin.