YPJ ji Swîsreyê hat silavkirin
Li Swîsre bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jinên ji her reng, her ziman û her çandê daketin qadan YPJ silav kirin.
Li Swîsre bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jinên ji her reng, her ziman û her çandê daketin qadan YPJ silav kirin.
WÊ CÎHAN BI JINAN AZAD BIBE
Jinên li qada Basel Dreirosenparkt kom bûn ji wir heta qada Theodorskirchplatz meşiyan. Ligel pankart û dowîzên têkildarî 8’ê Adarê alên YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Jinan bi Kurdî û Elmanî dirûşmên, “Bijî berxwedana YPJ”, “Jin azadiyê dixwazin”, “Wê cîhan bi jinan azad bibe” gotin.
ŞOREŞ BI RENGÊ JINÊ HATIYE AVAKIRIN
Piştî meşê di mîtînga li qada Theodorskirchplatz li ser navê Tevgera Jinan a Kurd Şukran Sîncar axivî. Sîncar diyar kir ku jina Kurd di merheleya em gihiştinê de bi berpirsyartiyeke ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinan re bike rû bi rû ye. Sîncar got, “Şoreşa li Rojava bi rengê jinê hatiye avakirin bûye çavkaniya hêviyê ya jinên cîhanê.”
YPJ BÛYE HÊVÎ
Piştî Sîncar tevgerên jinan ê Swîsreyî jî bal kişandin ku bi berxwedana YPJ’ê re jinên bindest ên li deverên herî dûr ên cîhanê jî bi hêvî bûne. Tevgerên jinan ên Swîsreyı banga xwedîderketina li têkoşînê li tevayî jinan kirin.
Piştî axaftinan jinan li ber stranên hunermendên herêmî heta saetên dereng govend gerandin û paşê çalakiya xwe bi dawî kirin.