YPJ: Hevrê Zeryan bi ruhê netewî berê xwe da şoreşê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Zeryan Cûdî 15’ê Tîrmeha 2019’an di encama qezayekê de şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Zeryan Cûdî 15’ê Tîrmeha 2019’an di encama qezayekê de şehîd bûye.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye;

“Em di şexsê rêhevala xwe ya têkoşer, dilpak, şopdara Destîna û Diyar Xerîb’an, Zeryan Şûanî de tevahî şehîdên her çar perçeyên welat bi rêzdarî bi bîrtînin. Ji malbata hevrê Zeryan re sersaxî dixwazin û em soza xwe ya misogerkirina welatê azad û bi cih anîna hêviyên şehîdan nû dikin.

Em weke gelê Kurd û gelê herêma Rojhilata Navîn di nav demeke awarte da derbas dibin. Ev pêvajo ji me tekoşîneke bilind û xebateke pir alî dixwaze. Em weke şoreşgerên gelê xwe dixwazin ji vê dema dîrokî re bibin bersiv. Şert û mercên ku tekoşîna gelê me xwe gihandiye vê sekn û biryardariyê ji me dixwaze. Rêhevala me Zeryan di vê zanebûnê de bû, ji ber wê jî bi temenê xwe yê ciwan berê xwe da nava refên şoreşê. Rêheval Zeryan salek bû, di nav refên me de cihê xwe digirt, weke keçeke Kurd ya ji Başûrê Kurdistanê, ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe bi hestên netewî tevlî nava refên şoreşê bû. Tevî ku li malê keçeke bi tenê ye, lê evîna welatê xwe ji bo xwe dike dermanê tenêtiya xwe. Rêya xwe ya jiyanê bi tekoşîna azadiyê re xêz dike û ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê dibe mînaka jiyan û tekoşîna rast. Ji bo wê û bi taybetî di vê demê de sekna ciwanên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê sekneke bi rûmet û niştîmaniye. Heval Zeryan jî, ji bo ku ji daxwazên gelê xwe re bibe bersiv, bi rihê berpirsyariya demê tevgeriya û li ser şopa Viyan, Destîna û Helmet’an bû parçeyek ji tekoşîna gelê xwe re.

Bêguman şehadeta rêheval Zeryan, ji bo me cihê xemgîniyê ye. Heval Zeryan, di nav saleke xwe ya tekoşînê de tevlîbûneke bi berpirsyar, fedekar, dilnizm di nav rêhevalên xwe de da nîşandan. Hevala me di dîroka 15. 07. 2019’an de dema diçû ser karê xwe, di encama qezayekê de tevlê nava karwanên şehîdan bû.

Em careke din xemgîniya malbata rêhevala xwe zeryan parve dikin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Her wiha em di şexsê şehîd Zeryan de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînin. Soz û minetdariya xwe li hember şehîdan nû dikin.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Zeryan Cûdî

Nav û Paşnav: Rojna Şuani

Navê Dayikê: Semia

Navê Bav: Serdar

Cihê Ji Dayikbûnê: Hewler

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 01.10.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir / 15.7. 2019