YPJ: Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê li Efrînê berxwedanî bikin

YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegara 4’an a Berxwedana destanî ya Kobanê li hemû gelê Kurd û mirovahiyê pîroz kir û got wê çawa ku li Kobanê hewldanên dagirkeriyê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rizgarkirina bajarê Şehîdan Kobanê pîroz kir û got: “Çawa ku li Kobanê hewldanên dagirkeriyê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe. Berxwedana ku li Kobanê hat meşandin di roja îro de carekî din li Efrînê zindî dibe. Wek hêza jin YPJ çawa ku me li Kobanê pêşengtî kir em soz didin ku di berxwedana Efrînê de jî em ê bi bilind kirina vê hêzê û bi ruhê Arînan tekoşîna azadiyê bidomînin.”

Di daxuyaniyê de Fermandariya YPJ’ê bal kişand ser van xisûsan:

Di salvegera çaremîn ya bexwedana sedsalê ya Kobanê de, ev deskeftiya dîrokî li gelê xwe, mirovahiyê û jinan pîroz dikin û em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin, soza xwe ya tolhildan û serkeftinê dubare dikin. Em tekoşîna şehîdên me yên mezin Arîn, Rêvan, Gelhat, Zehra û bi sedan hevalên bi rûmet, şehîdên Kobanê, tevahî şehîdên Kurdistanê û şehîdên berxwedana Efrînê bibîr tînin.

‘YPJ’Ê HÊZA JINÊ NÎŞANÎ HEMÛ CÎHANÊ DA’

Gelê Kurd di sedsala 21. de bi ruhê Berxwedana Kobanê re mohra xwe li dîrokê da. Li hember êrîşên herî dijwar di xeta parastinê de bi hêza yekîtiya gelan re di 26’ê Çileya 2015’an de serkeftin hate bidestxistin. Di 27’ê Çêle de jî rizgarkirina Kobanê ji raya giştî re hate ragihandin. Ruhê berxwedanê her tim zindiye ti carî geşbûna xwe winda nake. Agirê azadiyê ya ku bi berxwedaniya Kobanê re geş bû, bi hezaran kes li derdora xwe kom kir, bi gihîştina serkeftinê re ronahiya jiyana azad bi tevahî cîhanê re parve kir. Bê guman di berxwedaniya Kobanê de bi hêza YPJ’ê re DAIŞ a ku li ser tevahî mirovahiyê û cîhan tirs ava kiribû hat têkbirin. YPJ hêza xwe ya bi rêxistin kirinê re di berxwedana Kobanê de carekedin hêza jin ya cewherî ji tevahî cîhanê re da nîşan dan. Ji ber vê yekê di roja îro de jî YPJ ji bona tevahî jinên cîhanê bûye modela jiyana azad.

‘ZIHÎNYETA LI KOBANÊ QETLÎAM KIR YA LI EFRÎN DIKE HEMAN E’

Hêzên Desthilatdar bi armanca dagirkirina axa gelê kurd di destpêkê de pêşî li derketina DAIŞ’ê vekir û di her milî de alîkarî da. Zihniyeta ku li Kobanê komkujî pêkanîn îro li Efrînê jî pêk tîne. Ti ferqa AKP-MHP ji çeteyên DAIŞ’ê nîne. Zihniyeta faşîst ya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ a qirker çawa ku di her çar perçeyên Kurdistanê de bi ser neketin di Kobanê de jî bi ruhê berxwedanê re rû bi rû ma ji ber vê yekê têk çû. Gelê Kurd çawa ku her demê di hebûna xwe de îsrar kir ev îsrar di Kobanê de jî bu encamê nirxên xwe, mezin kirinê. Gelê Kurd û şervanên YPG, YPJ bi vîneke mezin li hember dest dirêjiya dagirkeran rûmeta xwe parastin. Ji tevahî cîhanê re hat nîşan dan ku hêza yêkbûna gelan wê ti carî û bi ti awayî wê bi bin nekeve.

‘BI RUHÊ ARÎN MÎRKAN TÊKOŞÎN DIDOME’

Herî dawî bi rizgar kirina bajarê Reqa û pêşveçûnên pêngava Dêre Zorê re destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê encama tekoşîn û berxwedana gelan de derket pêşberê dîrokê. Li hember van destkeftiyên gelê Bakurê Sûrî di encama bê tehemûliya dewleta Tirk de êrîşên Êfrînê pêş dikevin. Li hember êrîşên dagirkeriyê bi ruhê berxwedana Kobanê li Efrînê berxwedanî pêş dikeve. Çawa ku li Kobanê hewldanên dagirkeriyê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe. Berxwedana ku li Kobanê hat meşandin di roja îro de carekî din li Efrînê zindî dibe. Wek hêza jin YPJ çawa ku me li Kobanê pêşengtî kir em soz didin ku di berxwedana Efrînê de jî em ê bi bilind kirina vê hêzê û bi ruhê Arînan tekoşîna azadiyê bidomînin. Bi giştî hesabê hovîtiya dewleta Tirk em ê di berxwedana Efrînê de ku 7 roj e li peyî xwe hişt ji dagirkeriya AKP ê bipirsin û tola gelê xwe û tevahî mirovahiyê ji wan bigrin. Em ê bi berxwedana Efrînê hêviyên şehîdên xwe yên di berxwedana destanî ya Kobanê de gihîştin mertebeya şehadetê bi cih bînin.

‘SERKEFTINA KOBANÊ LI HEMÛ MIROVAHIYÊ PÎROZ DIKIN’

Em careke din rizgarkirina bajarê Kobanî li tevahî gelê me, mirovahiyê û hemû jinan pîroz dikin û soza tolhildan û serkeftinê dûbare ji gelê xwe re didin. Di şexsê rêheval Arîn, Rêvan, Gelhat, Zehra û şehîdên berxwedana Efrînê bi sedan hevalên me yên din tevahî şehîdan bi bîrtînin.