YPJ di eniya parastina Rojava de hêza xwe xurt dike
YPJ di eniya parastina Rojava de hêza xwe xurt dike
YPJ di eniya parastina Rojava de hêza xwe xurt dike
Bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re, şervanên jin li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê di eniya parastinê de cihê xwe digirin. Li Kobanê jî jinên di nava YPJ'ê de cih digirin, diyar kirin ku ew dê heta azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Li Rojavayê Kurdistanê jin eniya parastinê berfireh dikin. Jinên ku di berxwedanên Serêkaniyê, Girzîro, Efrîn, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de cih girtin, bi avakirina YPJ'ê re hêza xwe xurttir dikin.
Şervanên jin ên Tabûra Şehîd Dicle ya YPJ'ê ya li herêma Kobanê, der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
Mîdiya Ararat diyar kir ku, armanca sereke ya yekîneyên wan parastina maf û nirxên jinan û parastina herêmên Rojavayên Kurdistanê ye. Ararat destnîşan kir ku, ew dê li rêya şehîdan û bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.
Çîçek Agirî jî sedemên tevlîbûna xwe ya li nav refên YPJ'ê wiha anîn ziman: "Ji bo ku ji herkesî re diyar bikim ku jin dikare ji koletiya civakê û desthilata mêran rizgar bibe, tevlî nava refên YPJ'ê bûme."
Agirî diyar kir ku, wan di Tabûra Şehîd Dicle de perwedeya bikaranîna çekan, dîroka jinan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtiye.
Şervanên bi navê Ronahî Jiyan, Sozdar Kobanê û Bangîn Kobanê jî, ji tevayî jinên Rojava xwestin ku piştgiriya YPJ'ê bikin.