Endama Rêveber a YJRK’ê Rengîn Urmiye got: “Li Îranê ji bo ku hem pirsigrêkên civakî û hem jî yên zayendê çareser bibe, divê şoreşa demokratîk pêk bê.”
Endama Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) Rengîn Urmiye pergala Îranê û têkoşîn vegot. Urmiye got li Îranê her tim têkoşîna jinê hebû û wiha got: “Ger ku nêrîneke îdeolojîk tune be keda tê dayîn jî tune dibe.”
Rengîn Urmiye ku di rêveberiya YJRK’ê de cih digire pirsgirêkên jinan yên Îranê û nêzîkatiyên çareseriyê yên rêxistinê vegot. Urmiye got ji berê de li Îranê têkoşîna jinan heye û wiha got: “Hem di dema Kaçaran de, hem dema Şah Muhammed û Şah Riza û şoreşa 1979’an de jinan têkoşîneke aktîf daye. Lê ligel vê jinan rêxistineke sazîbûnê bi dest nexistiye. Pirsgirêkên jinan her tim di bin siya pirsgirêkên giştî û netewî de mane. Çiqas bedel bên dayîn bila bên dayîn ku ger ku nêrîneke îdeolojîk tune be, keda ku tê dayîn heba dibe. Jinan bi pirsgirêkên civakî re têkoşiya. Lê bi pirsgirêkên xwe re eleqeder nebû. Bingeha xwe ya îdeolojîk pêk neanî.
BI SEDAN JIN DI GIRTÎGEHAN DE NE
Urmiye di berdewamiya axaftin xwe de wiha got: “Li Îranê hemû mekanîzmayên dewletê dibin yek navendê ya lîdera ol de tê birêvebirin. Hemû avabûn di destê mêran de ne. Ger pêşiya nîqaşan vebibe di gelek pirsgirêkan de nakokiyên kûr dertên holê. Nûqteya herî qels a dewletê, ol jin û ciwana in. Ji ber vê jî li ser teolojiyê nahêle nîqaşek biçûk jî bê kirin. niha bi sedan jin ji ber siyaset kirin di girtîgehan de ne. Rêxistibûna jinan, qezenckirina hêzê ya jinan tê wateya ku nîvê civakê din ava têkoşînê de ye. Ji ber vê jî jin ligel ku gelek serkeftîne ku yên hîndekariya bilind jî qedandine di qada burokrasiya dewletê de ji sedî 5 cih digirin. Ji di qada hiqûqê de encex dikare bibe alîkarê dadger. Di nava artêşê de enceq dikare bibe doktor, di asayîşê de polîsê ehlaqê, ye. Yanî di rastaiyê de pewyirên ku rumeta mirovan dişikînin didin jinan.”
FUHUŞ TÊ KIRIN
Rengîn Urmiye bal kişand ser fuhuşê ya li Îranê tê kirin û wiha got: “Fuhuş pir zêde tê kirin. Di karê bazirganî û mafyayê de pir zêde tên bikaranîn. Li Îranê jinan bi rêbaza faal a zayendê derdixin pêş. Bi zewacê jî her sal bi hezaran mirovên ciwan bi pergalê ve tên girêdan. Bi vê yekê pêşiya jinan digirin. Berê jinan didin zewacê û mijarên zayendê. Gotina Erdogan ya ku digot bila ‘3 zarok’ niha Ehmedînejad tîne ziman. Jin bê destûra hevserê xwe nekare biçe derve. Nekare di karekî de bixebite. Di nava civakê de her tim bi mohra zayendê tê mohrkirin. Ev yek jî jinan heta înfazê dibe. Recm û dardekirinên jinan jî encama van qanûnane.
EM DIKARIN PERGALÊ BIGUHERÎNIN
Urmiye di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di rewşa heyî de dewleta Îranê di nava tengasiyekê de ye. Mumkune ku mirov pergalê biguhre. Di nava bihara gelan de bihareke kurdan tê jiyîn. Li Îranê ji bo çareserkirina pirgirêkên civakî û zayendî tenê riyeke heye ew jî şoreşa demokratîk e. Banga me ya jinên kurd û jinên Îranê bila aktîftir tevlî têkoşîna me bibin. Ne hêzên din, dînamîkê hundir enceq bibin bersiva guherînê. Em dikarin pergalê ji bo guherînê bidin zorê.”
RABORIYA 8 SALAN A YJRK’Ê
Rengîn Urmiye der barê YJRK’ê k udi sala 2004’an de hate avakirin de jî wiha got: “Ji sala 1997’an heta 2004’an ligel ku têkoşîneke jinan hebû pêvajoyeke navberê hate jiyîn. Di vê pêvajoyê de jinên rojhilat xwe din ava azadiya jinan a giştî de îfade kir. Di sala 2004’an de bi avabûna YJRK’ê re li Rojhilat an jî Îranê hemû jinan pêvajoyeke alternatîf ya ku pirsgirêkên jinan hevpar dike dan destpêkirin. YJRK bi vê îdiaya îdeolojîk derket holê.”
Urmiye da zanîn ku 3 xalên esas yên temînata têkoşîna azadiya jinê heye û wiha got: “Ev îdeolojiyeke serbixwe, rêxistineke xweser û parastina rewa ye. Di sala 2010’an de wekê hêza rewşa a jinên Rojhilatê Kurdistanê HJRK hate bi rêxistinkirin. Li Îranê herî zêde pirsa ‘çawa jinek dibe leşker’ hate pirsîn û hewl tê dayîn ku pêşiya têkoşîna jinê bigire.”
SEKNA ME YA ÎDEOLOJÎK CUDA YE
Urmiye diyar kir ku 8 sal li pey xwe hiştine û gihiştine asteke sazîbûnê û wiha got: “Em di qada siyasî, çandî û çapemeniyê de xebatan dimeşinin. Herî zêde sekna me ya îdeolojîk me rêxistinên jinan yên din cuda dike. Jiyan Suruç, Ronahî Wan, Zîlan Pepûle û dehan şehîdan sekna me ya îdeolojîk şênber kiriye. Ev heval di berxwedanê de şehîd ketin. Jiyana azad jî di şexsê Şîrîn Elemhulî de derket holê. Şîrîn heval bi pergalê da hîskirin ku koletî nayê qebûlkirin. Armanca eve ku em têkoşîna xwe li jinên gelên din yên Îranê bidin hîskirin. Îdeolojiyeke me ya ku hemû pirsgirêkan çareser dike heye. Em dixwazin civaka zayendperest biguherînin.”