YJRK: Em 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîna li dijî siyaseta qirkirina jinê

YJRK: Em 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîna li dijî siyaseta qirkirina jinê

Yekitiya Jinên Rojhlatê Kurdistanê (YJRK) destnîşan kir ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinên Kurd ji gihaye asteke bilind û got: “pêwiste ku em roja 25’ê Mijdarê Roja tundiya li hember jinê bikin roja li dijî siyaseta qirkirin û tune hesibandinê.”

Yekitiya Jinên Rojhlatê Kurdistanê (YJRK) bi daxuyaniyekî nivîskî bal kişandin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li dijî jinê û destnîşan kirin ku ji sala 1960’an ta niha têkoşîna jinan bi awayekî bê navber didome û kesên ku di Têkoşina Azadiya Jinên Cihanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Li herçar beşê welatê me bi teybet li Rojavayê Kurdistanê Jinên Kurd di nava germahiya şoreşê de dijîn û têkoşînê didin meşandin. Bi sedan jinên Kurd ji bo azadiyê û bi destxistina mafên rewa şehîd bûne. Em hemû dayîkên aştiyê, dayîkên şehîdan û hemû dayîkan silav dikin.”

YJRK’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnişan kirin ku bi salane Têkoşîna Azadiya Jin tê meşandin û niha gihaye asteke bilind û wiha pêde çûn: “Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azadîxwaz û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê xebatê astekî bilind peyda kiriye. Jinan li dijî koletî û qirkirinê pêvajo bi pêvajo têkoşîn xurt kirine û nehiştîne têkoşîn bin bikeve. Di rastiyê de şehîdan têkoşîn îro û duh  bi hev re girêda. Bi misogerî dewletan ev rastî qet ne pejirandine û hewildane li pêşiya zihniyeta azad a jinê û bilindbûna asta têkoşîna wan bibin asteng. Îro li Rojhilatê Kurdistanê jî ev rengê siyasetê tê meşandin li dijî jinê. Di pêvajoya 35 salan a Hikûmeta Komara Îslamiya Îranê de tenê di rewşa jinan de rewş nehatiye guhertin. Li gorî diyar dibe her ku rewşa jinan ber bi xirabûnê ve diçe.”

YJRK’ê diyar kir ku, siyaseta tundiyê, aborî, civakî û derûnî derfetê ji bo hemû jinê nade û wiha domand: “ felsefeya jiyanekî azad di mejiyê jina azad  de hatiye afirandin. Hatina li ser kar a Hesen Ronahî wekî yên berî xwe tu guhertinek di vî der barî de çênekiriye. Berevajî girtin, bidarvekirin, îşkenceya ciwanên Kurd, Fars, Ereb, Azerî, Belûcî her ku diçe zêdetir dibe. Rewşa jinên wekî Zeyneb Celaliyan, Mehduye Gulru, Behare Hidayet û bi dehan jinên din ne tenê rewşa wan a tendirustî nebaşe, ev yek wekî nimuneye ji bo siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li himber jinê dide meşandine. Armanca rejîMê tenê çewisandin û qirkirina raman û fikrên azade, bitaybetî jî eger fikir û ramanên jinek azadîxwaz be.”

YJRK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li jinan dike û dibêje; “pêwîste em wekî jin ji kîjan netewê bi çi ziman diaxifin bila bi axifin pêwîste em ferq nexin navde, ji berku pirsgirêka tevayî jinan hemane. Ji bona wê pêwîste em hemû bihevre têkoşîn bidin ji bo azadiyê. Ji bona wê beriya hertiştî pêwîstî bi yekdilî û yekfikrî heye. Pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê û jinên Îranê bi giştî di aliyê îdeolojî, dîrokî û felsefê de bi awayek baş xwe pêşbixin. Em wekî Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistan YJRK jibo nirxdayîna wê rojê em bang li hemû jinên Kurd dikin di roja 25’ê Mijdarê bikin roja li himber zilm û siyaseta çewisandinê li berxwedan û têkoşîna jinê bilind bikin. Herwiha ne tenê 25’ê Mijdarê pêwîste em hemû rojan bikin rojên azadî ji bo jinê.”