YJA Starê piştî lêpirsînê du mamoste serbest berda

YJA Starê piştî lêpirsînê du mamoste serbest berda

Du mamosteyên di 22’yê îlonê de li ser rêya Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayên jin ên YJA-Starê ve hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Du mamosteyên di 22’yê îlonê de ji aliyê gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-Star) ve hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Di daxunaniya ji aliyê Navenda Çapemeniya YJA-Starê ve hate dayîn de wiha hat gotin; “Di 22'ê îlonê de di navbera saet 15.00-17.00'an de li navbera Mûş û navçeya Pasûra Amedê de di dema rê kontrolkirina gerîlayên me yê YJA Starê du mamoste hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsînên wan qediyan serbest hatine berdan.”