YJA Star Zîlanê bi bîr anî

YJA Star Zîlanê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya artêşa jinên Kurd YJA Star milîtana PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di çalakiya li Dêrsimê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, di 17’emîn salvegera wê de bi bîr anî. Di daxuyaniya YJA Starê de bal kişandin ser şert û mercên îro û girtinên niha li hemberî Kurdan pêk tên şiband serdema derbeya 12’ê Îlonê.

Têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’ê hezîrana 1996 de di çalakiya li Dêrsimê pêk anî de jiyana xwe ji dest da. Fermandariya Biryargeha Navendî Kurd YJA Starê bi boneya 17’emîn salvegera çalakiya Zîlanê peyamek weşand.

YJA Starê got; “Em di 17’emîn salvegera şehadeta wê de hevala xwe Zîlan bi bîr tînin, em vê rojê weke roja pêşxistina berxwedan û rojava fedayîtiyê dibînin, em vê rojê silav dikin. Dîsa em vê rojê li gelê Kurd wê welatparêz û jinên Kurd pîroz dikin, em careke din soz didin ku em ê weke artêşa jinê ya bi ruhê têkoşîna Zîlanê mezin bûye û pêş ketiye, em ê bigihin serkeftinê.

YJA Star bal kişand ku di sala 1996’ê de li hemberî Ocalan bi hevkariya hêzên navneteweyî, herêmî û hevkarên wan komployek pêk hatiye û Zîlan li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan daye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di roja îro de jî hikûmeta AKP’ê ji bo hemû curên polîtîkayên qirkirinê têxe meriyetê, bi hemû hêza xwe ve dest bi hewldanan kiriye.

YJA Starê got; “Tecrîda li ser Rêbertiya me bi her awayî berdewam dike. Em weke gel û tevger ji rewşa rêbertiya xwe ne haydar in. Girtinên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de pêk tên, serdema derbeya 12’ê Îlonê li pey xwe hiştiye. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de tevî rojnamevan, kedkar û siyasetmedarên Kurd 10 hezar welatparêz hatine girtin.”

Artêşa jinan bal kişand ser operasyonên di zivistanê de li hemberî tevgera wan pêk hatin û got; “Hemû teknîka NATO’yê bi kar tînin û operasyonên leşkerî yên bi armanca tunekirin, bê navber berdewam dikin. Di hedefa van operasyonan de bi taybet şervanên me yên azadiyê yên jin hene.” Her wiha, hat diyarkirin ku gerîlayên jin li hemberî hemû şerê psîkolojîk û operasyonan di kampên xwe de li ber xwe dan, li hemberî xiyanet û teslîmiyetê li ser rêça Bêrîtan û Zîlanê berxwedaneke mezin nîşan dan

YJA Star got; “Gerîlayên Kurd ên jin, ên ku li ser xeta Zîlanê bûn artêş, berxwedaneke pir mezin li hemberî van êrîşan nîşan dan û her tim di çarçoveya baweriya xwe ya azadiyê de bûn xwedî seknek dijwar. Li hemberî polîtîkayên asîmlasyon û qirkirnê, têkoşîn û bersiva me, biryardariya têkoşîna Zîlanê ye.” YJA Starê destnîşan kir ku 15 gerîlayên jin ên li Garzanê jiyana xwe ji dest dan mînaka vê yekê ye û bal kişand ser berxwedana gerîlayên jin li hemberî operasyon û êrîşên bi armanca tunekirinê nîşan dane.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em weke YJA Star, em van polîtîkayên ku li holê ne pûç bikin û em ê weke tevgerek a tohildanê ji bo bîranîna şehîdên xwe têkoşînê bilind biikin, û em ê heta dawiyê li hemberî vê zîhniyeta hikûmeta AKP’ê têbikoşin.”

YJA Sat got; “Fedayîtî bi xeta têkoşîna Zîlanê gihiştiye wateya xwe ya rast û di têkoşîna me de xeta azadiyê şênber kiriye. Rastiya Zîlanê, rastiya Rêbertiya me û rastiya têkoşîna me ya azadiyê derxistiye holê. Xeta Zîlanê, vîn, têkoşîn, rêxisitn, xwe ji nû ve afirandin, afirandina civakê û nasnameya azadiyê ya hemû jinan e. Partîbûna me ya PAJK’ê, veguherandina vê xetê bo rêxisitnbûnê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “li ser vî esasî, li ser xeta hevala me Zîlan, hevalên me Êrşî û Andok awayê çalakiya ku dê bibe bingehê hemleya şerê gel ê şoreşgerî yê 4’emîn Pêvajoya Stratejîk a Têkoşîna me, danîne holê. Em jî careke din bi wesîleya vê rojê dixwazin diyar bikin ku em ê her tim li mîras û kevneşopiya têkoşîna Zîlan, Êrîş û Andokan xwedî derbikevin.”