YJA STAR'ê Gulnaz Karataş bibîr anî

YJA STAR'ê Gulnaz Karataş bibîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê, bi wesîleya salvegera ji destdayîna jiyanê ya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) daxuyaniyek da û got, "Çalakiya rêhevala Arîn nîşan dide ku xeta Bêrîtan veguheriye nasnameya hemû milîtanên jin û şervanên azadiyê û bûye fedaîtiya têkoşîna azadiyê ya jinê. Rastiya ku Arînan, Rojdayan, Gulanan, Nûjiyanan, Zergayan nîşanî cîhanê dane ew e ku gel û jinên Kurd teslîmiyetê, bêrûmetiyê û koledariyê ti carî qebûl nakin û xwedî wê hêzê ne ku dikarin tevahiya paşverûtiyê hilweşînin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê da xuyakirin ku meha Cotmehê ya bi berxwedana Bêrîtan re bûye sembol, weke destpêka artêşbûyîna jinê, bi tîpên zêrîn derbasî nav rûpelên dîroka Kurdan bûye û meheke berxwedan û têkoşînê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji sala 1992'an û vir ve hêzên navneteweyî û li aliyê din jî hêzên teslîmkar û noker ên herêmî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tine bikin êrîş dikin û hat gotin, "Keça Kurd a leheng Bêrîtan, bi sekna xwe ya serbilindî re nîşan da ku gel û jinên Kurd ti carî teslîm nabe û wê vê berxwedanê bigihêjînin serketinê."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê got, "Di salvegera 22. a şehadeta fermandara bêhempa ya artêşbûyîna jinê rêhevala Bêrîtan de, em wê bi rêzdarî bibîr tînin, bejna xwe li pêşberî bîranîna hemû şehîdên me yên meha Cotmehê bi rêzdarî ditewînin û Rêber Apo yê ev berxwedana jinên Kurd afirandiye, silav dikin." Fermandariyê her wiha di kesayetiya Arîn Mîrxan a bi çalakiya xwe ya fedaî re nîşan da ku ew şopdarên xeta Bêrîtan û Zîlanane, hemû şoreşger û şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku meha Cotmehê bi berxwedana Bêrîtan a destpêka artêşbûyîna jinê re, weke meheke berxwedan û têkoşînê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de hatiye nivîsandin û hat gotin, "Di sala 92'an de ku li aliyekî hêzên navneteweyî, li aliyê din jî hêzên teslîmkar û noker ji bo tinekirina tevgera me êrîş dikirin, keça leheng a Kurdan Bêrîtan, bi sekna xwe ragihand ku gel û jinên Kurd ti carî teslîm nabin, serî natewînin. Bû sembolek ku kevneşopiya ji Besêyan, Zarîfeyan wergirtî, ragihand ji nifşên nû yên pêşerojê diafirînin. Li hemberî banga hêzên noker û neteweperest ên ji bo wê teslîm bigirin, çeka xwe şikand û xwe ji zinar avêt. Bi vî rengî, li dijî teslîmiyetê bû banga berxwedanê. Rêber Apo ku ev bang weke nasnameya bi rûmet a jinên Kurd dît, bi armanca birêxistinkirina banga azadiyê ya jinên Kurd, li ser bîranîna Bêrîtan piştî salekê artêşa jinê ragihand."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşbûyîna jinên Kurd a di şopa Bêrîtan de bi salane mezin dibe, îro li çar parçeyên Kurdistanê destanan dinivîsîne, bûye çavkaniya hêvî û rizgariya gel û jinan. 

Fermandariyê da xuyakirin ku êrîşên bi destê DAIŞ'ê niha li Rojavayê Kurdistanê tên kirin êrîşên sîstemê û dewleta Tirk e û got, "Xweranegirtina li azadiya jinê, azadiya Kurdan, jiyana bi rûmet a Kurdan e, êrîşa li hemberî vê ye, komkujî û qirkirin e. Di kesayetiya jinê de êrîşa li hemberî jiyana azad a gelan e."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rastiya fedaîtiyê ya di kesayetiya Arîn Mîrxan de xwe da der, çalakiya hebûn, rûmet û esîl a gelê Kurd û tevgera gelê Kurd e û hat gotin, "Çalakiya rêhevala Arîn nîşan dide ku xeta Bêrîtan veguheriye nasnameya hemû milîtanên jin û şervanên azadiyê û bûye fedaîtiya têkoşîna azadiyê ya jinê. Rastiya ku Arînan, Rojdayan, Gulanan, Nûjiyanan, Zergayan nîşanî cîhanê dane ew e ku gel û jinên Kurd teslîmiyetê, bêrûmetiyê û koledariyê ti carî qebûl nakin û xwedî wê hêzê ne ku dikarin tevahiya paşverûtiyê hilweşînin. Weke YJA STAR, li her qada ku pêwîstî bi têkoşîna azadiyê ya gelê me û jinan heye, em hene û em ê her tim hebin."