YJA STAR’ê fedayiyên Qeyseriyê bîr anî

YJA STAR’ê fedayiyên Qeyseriyê bîr anî

Fermandariya Biryargeha YJA-STAR’ê du gerîlayên ku li navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê li hemberî midûriyeta polîsan çalakiya fedayî pêk anî bîr anîn û got ku ew vê çalakiyê slav dikin.

Artêşa jinan Fermandiya Biryargeha YJA-Star ku der barê du gerîlayên jiyana xwe dest dane daxuyanî dan wiha gotin: “Em çalakiya her du hevalên xwe Êrîş û Andok ku 25’ê gulanê de pêk anîn silav dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Ev çalakî ligel ku sekna leşkerî ya dema 4’emÎn a têkoşîna me temsîl dike, terz û sekna abocitiyê ye. Êrîş û Andok şopdarên xeta Zîlanê bûn. Bi vê çalakiyê jî jiyaneke bi rumet çawa tê jiyîn ispat kirine. Ev hevalên me yên ku fedayiyên Tabura Nemiarn a Şehîd Zîlan e , li ser girêdana Rêber Apo û têkoşîna 28 salan a gerîlatiyê pêk anîne. Ev çalakî li hemberî êrîşên wehşetê û polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta AKP’ê ya l ihemberî Rêber, gel û gerîlayên me tên meşandin bersiveke. Divê ev yek bê zanîn ku hemû keç û xortên ku Êrîş û Andoke û dê bi hezaran têkoşîna wan bilind bibibe. Ev ne tenê çalakiyeke. Ev ruh û terza têkoşîna demê ye. Hêzên YJA STAR di emrê hevalên xwe Êriş û Andok te ne. Em li ser peyama çalakiya wan dê têkoşîna xwe bi berxwendaneke mezin bigihînin serkeftinê.”