YJA: Kurdên li gel AKP polîtîkayê dikin kurdbûna wan bêwate ye

YJA: Kurdên li gel AKP polîtîkayê dikin kurdbûna wan bêwate ye

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd YJA’yê biboneya 14 Tirmehê daxuyanî da û balkîşandin ser mîtînga li Amedê û wiha gotin: “ Gelê Kurd li hemberî êrîşên polîsên AKP’ê bi rihê berxwedana rojiya mirinê a bi wate li berxwedaye”

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd YJA’yê balkişand ser êrîşên polîsan yên ku di 14 Tîrmehê de li Amedê pêk hatîn û daxuyaniya Wezîrê Navxweyî Ýdrîs Naîm Şahîn û wiha got: “li ser vî esasî Wezîrê Navxweyî rastiya dewleta AKP’ê gotiye û vê rastiyê rewşa ji nû ve zindî bûna 12’ê Îlonê ye.” YJA diyar kir ku, li hemberî van hemû êrîşan kurdên ku hêj polîtîkayên AKP di meşînin kurdbûyîna wan bê wateye.

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd YJA’yê biboneya 14 Tirmehê daxuyanî da û balkişandin ser mîtînga li Amedê û wiha gotin: “ Mîtînga ku di 14 Tîrmehê de li Amedê bi şîara “ Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” hikûmeta AKP’ê bi awayekî faşîst, bi tundiyekî nijadperest êrîşî gelê Kurd kiriye û polîtîkayên komkujî û qirkirinê di asta bê pergaliyê de ye. Em vê helwesta AKP’ê bi kîn şermezar dikîn û di serî de birêz parlamenter Pervîn Buldan û ji bo hemû kesên ku birîndar bûne dibêjîn derbazbûyî be em vê berxwedana gel ya bihêz silav û pîroz dikîn. Li hemberî van êrîşan gelê me bi hemleya berxwedana navnetewî dê rola xwe bileyîze.”

SEMBOLA BERXWEDANÊ

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Gelê me li Amedê bi ruhê berxwedana rojiya mirinê ya mezin berxwedanekî mezin derxistine holê. Berxwedana mezin ya ku ji aliyê rêhevalê me Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di sala 1982’an de di 14 Tîrmehê bi sekna xwe derxistin holê ev yek carek din ji aliyê gelê me ve xwedî lê derketin. 14 Tîrmehê roja rojiya mirinê di nava gel de bûye sembola berxwedanê. Me weke tevger û gel hertim berxwedana 14’yê Tîrmehê weke roja serkeftinê dîtiye di rojekî ev qas bi wate dar de li Amedê berxwedan û îradebûyîna ku derketî holê xwediyê vê wateyê ye.”

KAREKTERÊ DEWLETA TIRKIYEYÊ

Koordînasyonê diyar kir ku ev êrîşa ku ji aliyê dewleta AKP’ê, hikûmet, Wezîrê Navxweyî ve li hemberî gelê me pêk anîne bê ku şermê bikin xwedî lê derketine. YJA da zanîn ku, Wezîrê Navxweyî Idrîs Naîm Şahîn li hemberî van êrîşên ku pêk hatine gotiye, dewleta me pêşengiya helwestekî jê hatî kiriye’. YJA destnîşan kir ku ev qirkirin û polîtîkayên komkujiyê tam karekterên dewleta Tirkiyeyê ne ev yek Wezîrê Karê Hindir jî bi xwe gotiya û rast jî dibêje. YJA bibîrxist ku li ser vî esasî Wezîrê Navxweyî rastiya dewleta AKP’ê gotiye û vê rastiyê rewşa ji nûve zindî bûna 12’ê Îlonê ye.

BERXWEDANA GEL

YJA diyar kir ku tundiya hatî kirin di de xuyakirin ku Îdrîs Naîm Şahîn û Nûnerên wan di xetekî çiqasî lanet dene. YJA destnîşan kir ku yên ku li hemberî berxwedana gel belengazbûyîn ne parlementerin Wezîrê Navxweyî û Waliye. YJA da zanîn ku dewleta AKP’ê li hemberî berxwedana gel hêrskar û êrîşkarbûye. YJA bilêv kir ku kesên ku hêj li gel AKP dibêjin em kurdin û polîtîkayên dikin li gel gelê me kurdbûna wan bê wateye. YJA destnîşan kir ku AKP li hemberî gelê me û jinan polîtîkayên qirkirin û komkujiyê di meşînin. Ji bilî vê xwediyê tu seknek din nîne.

SERKÊŞIYA BERXWEDANÊ

YJA herî dawî wiha got: “ Jin , ciwan û gelê me bi rast hatina roja 14 Tîrmehê serkêşiya berxwedanekî bi wate kirine. Di destpêkê de jin, ciwan, gelê me, dostên me û rayagiştî ya demokratîk bi ruhê berxwedanê di pêşiyê de cihê xwe girtine û em bang dikin ku em bi hev re jiyanekî azad afirînin. Ger faşîzma AKP’ê neyê paşde xistin ne pirsgirêka Kurd çareser dibe ne jî aştî pêk tê. Bi van berxwedanên mezin em dê faşîzma AKP’ê bînin xwar û bi xwe pirsgirêka xwe çareser bikin.”