YJA: Bila hemû kes li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide

YJA: Bila hemû kes li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide

Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad (YJA) der barê tecrîd û îzalasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev 13 sale “Rêber Apo” li Îmraliyê di huncreyekê de di bin şert û mercên dijwar de tê ragirgin. YJA’yê da zanîn ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an de heta niha parêzer û malbatê hevdîtin pêk neaniye û got ; “Di nava tecrîdê de terkî şert û mercên girankirî hatiye hiştin. Divê di serî de jin, ciwan û hemû gelê me li djî vê îmha û tecrîdê helwesta xwe nîşan bide. 27’ê tîrmehê roja berxwedanê ye. Em bang li hemû kesî dikin ku bila xwedî li vê berxwedanê derbikeveke.”

Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Koordînasyona YJA’yê daxuyaniyek nivîskî da. YJA’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Bêdengkirin serokatiyê û tecrîdkirina wî, tê wateya bêdengkirin û bê statukirina gelê kurd. Em wekî YJA’yê van pêkûtiyan wisa fêm dikin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Ev êrîş di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me û daxwaz û têkoşîna gelê kurd tê kirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev konsepta navnetewî, di esasa îşkenceyek giran û îmhayê de hatiye plankirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya hêzên hegonomîk ya rojhilata navîn eleqeder dike. Hêzên navneteweyî ji bo hesab û berjwendiyên xwe , li dijî azadiya gelên Rojhilata Navîn û xeta alternaftîf ya yekitiya demokratîk ku Rêbertî diparêze, li dijî têkoşîn û sekna gelan koplo da destpêkirin. Ev komplo ji aliyê rêbertî ve vala hate derxistin û hêzên navneteweyî û dewleta tirk ev hezm nekir û tecrîd girantir kir. Li dijî van hemû êrîşan serokatiya me ev 13 sale li Îmraliyê berxwedana xwe bê navber didomîne.”

YJA destnîşan kir ku geşendanên dawî nîşan daye ku kompoloy ku li dijî serokatî hatiye pêk anîn armanca wê heve ku xebata serbixwe û azadiyê ya Kurdistan û Rojhilata Navîn bê bandor bike û wiha pê de çû: “Hewldana wan eve ku xeta hevkar ya ku ji hêzên navneteweyî û berjewendiyê re xizmetê dike re, serdest bike. Ev saleke di vê esasê de tecrîd hatiye girankirin. Ev jî girêdayê vê rastiyê ye. Bi vê tecrîdê dixwazin ku Rêber Apo mudaxîlê geşedanên Rojhilata navîn nebe. Pêşî lê tê girtin. Li dijî serokatî şert û mercên giran yên tecrîdê tê ferzkirin û her wiha li dijî gerîlayan jî êrîşên îmhayê tên zêdekirin. Li qada siyasî jî hewl didin hemû desteftî bê bandor bihêlin. Ev ev êrîş bi ser bikevin dê tasfiye, ger biser nekeve, dixwazin bi hin tiştên biçûk xwe bidin qebûlkirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Têkoşîn û berxwedana ku Rêber Apo li Îmrali nîşan daye, em wekî tevger û gel bi hêzeke mezin xwedî lê derketine. Qezencên têkoşîna azadiyê her roj hinek din jî zêdetir bûye. Li çar parçeyên Kurdistanê destekftiyên me zêde bûne û he diçe vediguhere berxwenaneke hevpar a netewî. Di têkoşîna azadiya gelê me de êdî asteke ku paşve gav nayê avêtin derketiye holê. Berxwendana li seranserê Kurdistanê derketiye holê girêdayê berxwedan û rastiya Rêbertiyê ye. Gelê kurd êdî hatiye asteke ku şunde nekare biçe. Divê hêzên navnetewî û dewleta tirk vê rastiyê bibîne û wisa tevbigire. Nêzîkatiya li hemberî Rêbertiya me li dijî gelê me ye. Di vê esasê de ‘Bê serokatî çareserî û jiyana tu carî nayê qebûlkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedana me dê heta Rêber Apo azad nebe bidome. Hewceye hemû hêzên hegomonîk û dewleta tirk vê bibîne. Ev berxwedan di mehan demê de berxwedana gelên Rojhilata Navîn û ya jinan e. Di serî de jinên kurd, hemû dostên kurdan, demokrat, şoreşger û aliyê bi hestiyar divê li dijî vê konseptê derbikevin. Heta Rêber Apo azad nebe têkoşîna me dê bidome. Di 27’ê tîrmehê de sala tecrîdê tije dibe. Divê di serî de jin, ciwan û hemû gelê me li djî vê îmha û tecrîdê helwesta xwe nîşan bide. 27’ê tîrmehê roja berxwedanê ye. Em bang li hemû kesî dikin ku bila xwedî li vê berxwedanê derbikeveke.”