Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di sala 1994'an de di binçavan de hatin windakirin pirsîn. Dayîkên Şemiyê wiha gotin: "Ez hestiyên ewladê xwe bibînim û wî bispêrim axê û axa wî hembêz bikim. Ez 18 sal in bi vê hesretê dijîm. Tenê kesên êşa me jiyane pê dizanin."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 376'an de li Qada Galatsarayê bi pankrata "Kiryar diyar in winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin li dar xistin. Dayîkan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Sînan Fîdan û Salîh Çalik ên ku di 6'ê hezîrana 1994''an de li Amedê hatin binçavkirin û hatin windakirin pirsîn.
Di çalakiyê de nameya Dayîka Salîh Çalik Kesîr Çalik hate xwendin. Di nameyê de wiha tê gotin: "Vê dewletê ez bê ewlad hiştim. Neviyê min ê 3 meh bê bav hiştin. Ez hestiyên ewladê xwe bibînim û wî bispêrim axê û axa wî hembêz bikim. Ez 18 salin bi vê hesretê dijîm. Em bi kîjan hîsê dijîn em nikarin bêjin ji ber ku peyv têrê nakin. Ji dayîk û bavê zarokê xwe winda kirin re dê çi bê gotin? Navê vê yekê tune ye. Ji ber ku êşeke ewqas mezin e nayê bi navkirin. Piştî mirov ewladê xwe winda dike tu tişt wekî berê namîn e. Nêrînên wan dayîk û bavan wekî tu tiştên din nabe. Tenê kesên êşa me jiyane pê dizanin."
'HETA BI PAŞEROJÊ RE HESAB NEYÊ GIRTIN PÊŞEROJEKE ADÎL NAYÊ AVAKIRIN'
Piştî xwendina nameyê li ser navê Dayîkên Şemiyê Parêzer Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û diyar kir ku heta bi paşerojê re hesab neyê girtin pêşerojeke edlî nayê avakirin. Yolerî, çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6'ê hezarîna 1994'an de li gundê Şahlatê yê navçeya Karazê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û windakirin vegot. Yolerî, anî ziman ku malbatên serî li Midûriyeta Polîsan a Amedê dan bersiva tu kesên wisa nehatine binçavkirin girtin.
Yolarî, da zanîn ku malbatan bi daxwaznameyan serî li dozgeriya DGM'ê ya Amedê dan û lê dozgeriyê daxwazname qebul nekirin û ji malbatan re got, "Em ev kes negirtin, herin ji PKK'ê bipirsin" Yolarî, bilêv kir ku ligel kesên bûne şahidê binçavkirina Çalîk û Fîdan hene dîsa jî meqamên fermî ev yekê qebûl nekirin.