'Yên dixwazin ji bo gelê xwe têbikoşin divê berê xwe bidin çiyê'

Gerîlaya YJA Starê Rûken Welat ku dema xwendekara zanîngehê bû di pêvajoya serhildana Kobanê de tevlî nava refên gerîla bû. Rûken Welat got, yên dixwazin ji bo gelê xwe tiştekî bikin divê berê xwe bidin çiyê.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Welat ku li dijî zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd sala 2015'an tevlî nava refên PKK'ê bû, beriya tevlî bibe li Konyayê li zanîngehê dixwend. Rûken Welat a ji Wanê diyar kir, birayê wê beriya wê tevlî nava refên gerîla bû. Rûken Welat anî ziman, birayê wê timî bang li wê dikir ku tevlî nava refên gerîla bibe û got, "Wê wextê min fêhm nekiribû, ji ber ku min tevgera nas nedikir. Ya rast tênegihaştibûm ku em çawa hatine asîmîlekirin. Piştre di dema serhildana Kobanê de vegeriyam Wanê.

Piştî ku gel wê demê rabû ser piyan, wijdanê min qebûl nekir ku vegerim Konyayê. Dûre 3 mehan li ser fikirîm û min biryar da ku tevlî nava refên PKK'ê bibim. Dema ku tevlî nava PKK'ê bûm li ser tevgerê zêde agahiya min tine bû. Piştî ku tevlî bûm min xwe nas kir, îradeya xwe ya jinê nas kir. Min Rêbertî nas kir. Berê min nizanîbû bê Rêbertî çima ewqasî ji bo gerîla hêja ye. Her ku min Rêbertî nas kir, ji aliyê wijdanî ve gelekî tengav bûm, ji ber ku min ji xwe re digot 'çima min bi salan Rêbertî nas nekir'. Lewma rexnedayina xwe didim."

'LI DIJÎ KURDAN BI HER AWAYÎ ÊRÎŞ TÊN KIRIN'

Rûken Welat anî ziman, di nava sîstemê de mirov dibin robot, lê di nava jiyana PKK'ê de mirov xwe nas dikin, têkoşîna ji bo gel û rêbertî esas digirin û wiha dewam kir: "Beriya her tiştî divê mirov dîroka xwe nas bikin. Ji ber ku di nava sîstemê de jiyana şexsî li ser mirovan tê ferzkirin. Mirov çiqasî li Kurdistanê bimîne jî, sîstem jiyaneke li mirovan ferz dike û neçar dimînin li gorî dilê dagirkeran tevbigerin. Girîng e haya her kesî ji vê çêbibe.

Li şûna ku mirov li dibistana dijmin asîmîle bibin û dîroka jiberkirî ya wan hîn bibin, divê Kurd bala xwe bide ser dîroka xwe. Ji xwe piştî ku hestên welatparêziyê li mirovan peyda dibin, mirov ji ber xwe ve tevlî dibin. Li ser vê bingehê yên ku dixwazin ji bo gelê xwe tiştekî bikin divê berê xwe bidin çiyê.

Dema dawî bi taybetî êrîşên li ser gelê li Bakur zêde bûne. Ji dayikan heta zarokên 7 salî her kes bûne hedefa êrîşan. Yên ku dixwazin serî hildin tên girtin. Ji êrîşa fîzîkî heta êrîşa çandî bi her awayî êrîş li Kurdan tên kirin. Ciwanên Kurd ji bo pêşî li van êrîşan bigirin divê berê xwe bidin çiyê."