Yekîtiya Star: Xiyanet tu caran biser nakeve

Yekîtiya Star: Xiyanet tu caran biser nakeve

Yekîtiya Star, înfazkirina fermandara bajarê Helebê ya YPG’ê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ev pêkanînên xiyaneta li hemberî vîna gelê kurd e. Rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star bêdengiya hinek partiyên kurd jî wekî, “bêdengî wan dike şirîkên êrîşan” nirxand û banga yekîtiyê li gel kir.

Kordînasyona Yekîtiya Star derbarê înfazkirina fermandara YPG’ê Nûjîn Dêrik ku di 26’ê cotmehê de li Helebê dema cenazeyên koma çete teslîm dikirin, ji aliyê heman komê ve dîl hatibû girtin û piştre hatibû înfazkirin de, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hinek hêzên wekî Tirkiyê bi alîkariya nokerên kurd dixwazin destkeftiyên kurdan bidest bixin, di vê çarçoveyê de di nava hewldanên derxistina şerê ereb û kurdan de ne. Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin: “Ev ne şerê kurd û ereban e, ev xiyanetek ku hinek kurd li dijî îradeya gel dikin e. Herwiha îxanetek li dijî jina kurd e. Ev encama van lîstokan e. Berpirsyarên van pêkanînan hatin nasîn, em dizanin ka kîne. Ev ne cara yekemîn e ku gelê kurd li hemberî xiyanetê tê, lê ev derdor tu caran biser neketine û biser nakevin. Yên li pişt perdeyê planan çêdikin jî bi ser nakevin.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya hinek partiyên kurd a li dijî van êrîşan jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bêdengiya li hemberî şerê îxanetê, nîşan didin ku ev alî jî dibin şirîkên van êrîşan.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga yekîtiyê li gelê kurd hate kirin û ji hemû partiyên kurd jî hate xwestin ku bi yek bin û gelê xwe biparêzin. Her wiha ji Artêşa Azad jî hate xwestin ku derbarê van komên xwe girêdayî wan nîşan didin helwesta xwe nîşan bide.