Yekîtiya Star sala nû pîroz kir
Yekîtiya Star sala nû pîroz kir
Yekîtiya Star sala nû pîroz kir
Rêxistina Yekîtiya Star bi munasebeta sala nû daxuyeneke nivîskî weşand û sala nû li hemû jinên têkoşer ên cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sala nû dê bibe sala jinên ku bi roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê hiltê, ber bi berbanga azadiyê ve diçin.
Rêxistina Yekîtiya Star bi munasebeta roja sersalê daxuyeneke nivîskî weşand û sala nû li hemû jinên têkoşer ên cîhanê pîroz kir. Yekîtiya Star got ku sala nû dê bibe sala azadiya jinan û avakirina rêvebiriya xweseriya demokratîk.
Di daxuyaniya Yekîtiya Star de ev tişt hatin gotin:" Piştî çend saetan dê rûpela sala 2013`an bê girtin û saleke nû destpê dike. Ji ber destketî û qehremaniyên ku gelê Kurdistanê di vê salê de pêk anîne û ji ber gavên mezin ên ber bi neteweya demokratîk û rêvebiriya xweseriya demokrtîk ve hatine avêtin, em bi serbilindî xatirê xwe ji vê salê dixwazin û sala nû li gelê Kurdistanê û hemû gelên têkoşer pîroz dikin."
Yekîtiya Star di daxuyaniya xwe de sala nû li hemû şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir û wiha dewam kir:" Em sala nû li şervanên YPG`ê û YPJ`ê ku bi şev û roj di nava hemû zehmetiyan de liber xwe didin û jibo pêkanîna azadî, demokrasî û aşîtiyê têkoşîneke bê hempa birêve dibin, pîroz dikin." Yekîtiya Star her wiha Operasyona rizgarkirina herêma Tilhemîs û gundên wê jî pîroz kir.
Daxuyaniya Yekîtiya Star wiha dewam dike:" Sala nû dê bibe sala jinên ku li ber roniya fikrên Ocalan ên ku ji Îmraliyê hiltê, ber bi berbanga azadiyê ve diçin. Roniya ku dê tariya tundî, çewisandin û desthilatdariya li dijî jinan ronî bike. Emê sala nû bi serketina kampaniyaya "Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" destpê bikin."
Yekîtiya Star wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:" Em sala nû li hemû welatiyên ku li dijî êrîşan û komployan li ber xwe didin pîroz dikin. Çawa ku sala 2013`an bû sala avakirina rêvebiriya xweseriya demokratîk, em soz didin ku ji bo sala nû bibe sala azadî, azadiya Rêber Apo, azadiya jinan û azadiya gelê Kurd ê têkoşer, têkoşîna xwe bilind bikin."