Yekîtiya Star: Emê tevli kampanyaya YJA bibin

Yekîtiya Star: Emê tevli kampanyaya YJA bibin

Rêxistina Yekîtiya Star diyar kir ku ew piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bi armanca bilindkirina asta têkoşîna jinan bi silogana "Bi jina azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve" daye destpêkirin dikin û ew ê tevli kampanyayê bibin.

Rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin Yekîtiya Starê piştgiya kampanyayê dike û ev tişt hatin gotin: "Bi sedema siyasetên saziya dewleta neteweperest, rejîma Sûriyê aloziyên kûr dijî û ev alozî niha bûye sedema mirina bi hezaran kes, her wiha welat jî ber bi wêraniyê diçe."

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku siyasetên dewleta neteweperest ên li ser bingeha yek ziman, yek gel û yek netew hatiye ava kirin, civakeke bi kîn û tije hestên dijberiyê ava kiriye û di encamê de di navberan gelan, kêmneteweyan û pêkhateyên olî de pevçûn û nakokî rûdane. Daxuyaniyê wiha dewam kir:" Li dijî gelê Kurd, her wiha li dijî pêkhateyên din jî hestên dijminahiyê pêşketin. Di hêla aborî de jî gel di nava birçîbûnê de ma."

Daxuyaniya Yekîtiya Star wiha dewam kir:" Ji ber van sedeman pêwîste pirsgirêka Sûriyê ji bingehê de bê çareser kirin, ango pêwîste pirsgirêk ji hemû hêlên îdeolojî, siyasî, civakî, aborî û hiqûqî ve bê çareser kirin." Yekîtiya Star da zanîn ku avakirina Sûriyeke Demokratîk û Xweseriya Rojavayê Kuristanê li ser têgiha Neteweya Demokratîk dikare bibe çareseriya hemû pirsgirêkên li Sûriyê.

Di dewama daxuyaniya Yekîtiya Star de hate diyar kirin ku çewisandina neteweyî û aborî ya li dijî gel herî zêde bandora xwe li ciwan û jinan kiriye û wiha hat gotin:" Jinên ku herî zêde rastî çewisandinê hatin berî her kesî tevli nava şoreşê bû, lê tevî hemû fedakariyan jî jinan heta niha nikarîbûn bi nasnameya xwe ya taybet tevli nava şoreşê bibin, jin her maye alîkar û piştgira hevjîn, bira û bavan." Yekîtiya Star diyar kir ku ew ji ber van sedeman nêrînên ku dibêjin bila ku çareserkirina doza jinê bimîne piştî serketina şoreşê rast nabînin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:" Desteketî û serketinên gelê Rojavayê Kurdistanê bi piştgirî û alîkariya jinên dayik, xwişk û hevjînan çêbûne. Jinên ku di şoreşê de asoyên azadiyê didîtin, bûne pêşengên şoreşê û têkoşîn kirin milkê hemû jinan."

Yekîtiya Star di daxuyaniyê de da zanîn ku ew wek rêxistin piştgiriya kampaniyaya têkoşînê ya ku Yekîtiyên Jina Azad (YJA) bi silogana "Bi jina azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve" destpê kiriye dikin û ewê tevli kampanyayê bibin. Yekîtiya Star bang li hemû jinên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi vê siloganê têkoşîna xwe ya azadî û avakirina neteweya demokratîk bilind bikin û wiha dewam kir:" Em bang li hemû jinan  dikin ku hemû çalakiyên jinan di bin vê siloganê de bêne birêxistin kirin, her wiha em beng li hemû rêxistin û saziyên jinan  dikin ku bi rêya civîn, seminar û çalakiyên çandî, hunerî, ramyarî û perwerdeyê tevlî nava xebatên kampaniyayê bibin."

Yekîtiya Star daxuyaniya xwe wiha bidawî kir:" Dem ne dema berê ye û jin jî ne di rewşa nezanî ya berê de ye, bi destketiyên ku çêbûne jin bûye xwedî bawerî û dikare di hemû hêlên siyasî, civakî û leşkerî de biryaran bide û biryarên xwe pêk bîne. Êdî dem hatiye ku jin jî gotina xwe bêje "Jina azad misogeriya neteweya demokratîk e."